YJA Starê gerîlayên ku li Dersîmê jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê, gerîlayên ku 9’ê Tebaxê li Dersîmê di şerekî de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê, gerîlayên ku 9’ê Tebaxê li Dersîmê di şerekî de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî.
YJA Starê navê 4 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane ku 3 jê jin in, da xuyakirin.
Di daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê de wiha hate gotin; “Têkoşîna me ya azadiyê ya bi partiya xwe ku xwe weke partiya şehîdan dibîne û bi lehengên ku her roj tevlî karwanê nemiran dibin, mezin dike, îro li ser bingehê pêgirîbûna bi şehîdên me yên berz xwe li çar parçeyên Kurdistanê berbelav dike, alaya têkoşînê hê zêdetir bilind dike.”
‘BI BERXWEDANA QEHREMANÎ ŞEHÎD KETIN’
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê têkîldarî gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane ev nirxandin kirin:
“Hevrêyên me yên ku di vê têkoşîna me de ya mezin bûyî, her roj di xeta Rêbertiyê de azad dibin û dibine fedaî dibine hêviya jiyaneke nû û azad a gelê Kurd. Hevrêya me Roza jî yek ji van lehengan e. Hevrêya me ya ku li Efrînê ji diya xwe bûyî, sala 1998’an tevlî nav refên têkoşînê bûye, ji Botanê ta bi Zagrosê, ji Garê ta bi Dêrsimê xwe tevlî nav têkoşîna domdirêj a azadiyê kiriye. Hevrêya me Roza ku bawer dikir ku ji ber ku mirov bikaribe bigihije raza jiyanê divê mirov bigihije raza PKK’ê, di tevahiya jiyana xwe de bi devlikenî, bihistyarî, bi rihê xwe yê ku li têkoşînê asê bûbû karîbûye ku di dilê hevrêyên xwe de cihekî bistîne, bi helwesta xwe ya di şer de û jiyanê de her dem bûye milîtan û fermandareke mînak.
Hevrê Roza ku di pêvajoya Şerê Şoreşgerî yê Gel de bi awayekî herî çalak xwe tevlê kiriye, li qada Dêrsimê jî weke milîtaneke pêvajoyê zanîbûye ku jê çi tê xwestin û wiha tevgeriyaye, bi awayekî aktîf tevlî nav her kêliya têkoşînê bûye. Weke fermandareke ku xwe pêş xistî, bersivbûna ji pêvajoyê re ji xwe re kiriye esas, karîbûye ku alaya ku ji Bêrîtanan dewr girtî bigihîne serkeftinê.
9’ê Tebaxê artêşa TC’ê li geliyê Mûnzirê yê Dêrsimê operasyonek daye destpêkirin. Di operasyonê de, di encama bikaranîna teknîka pêşketî de, bi 3 gerîlayên me yên YJA Starê re, ku di peywirê de bûn, hevrêyê me Birûsk Amed jî şehîd ketine.
Agahiyên nasnameyê yên hevrêyên me yên ku şehîd ketine wiha ne;
Nasnav: Roza Şer Yusuf
Nav û Paşnav: Fidan Şer Yusuf
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn
Navê Dayik û Bav: Elîf - Bîlal
Dîrok û Cihê Şehadetê: 9’ê Tebaxa 2016’an / Dersîm
Nasnav: Dersîm Çekdar
Nav û Paşnav: Evîn Arslan
Cihê Jidayikbûnê: Êlih
Navê Dayik û Bav: Meyase - Edip
Dîrok û Cihê Şehadetê: 9’ê Tebaxa 2016’an / Dersîm
Nasnav: Jiyan Şervan
Nav û Paşnav: Dilara Sefer
Cihê Jidayikbûnê: Dersîm
Navê Dayik û Bav: Gülnihal - Murat
Dîrok û Cihê Şehadetê: 9’ê Tebaxa 2016’an / Dersîm
‘EM Ê XWEDÎ LI MÎRATEYA WAN DERKEVIN’
Em weke YJA Starê em ê her demê zanibin bibin hevrêyên şehîdên we, em ê xwedî li mîrasa wan ku ji me re hiştine, derbikevin. Li ser vê zemînê di şexsê Şehîd Roza, Şehîd Dêrsim, Şehîd Jiyan û Şehîd Birûsk de em li hemberî bîranînên hemû şehîdên xwe careke dî, bi hurmet bejna xwe ditewînin, em sond dixûn ku têkoşîna wan geş û gur bikin.”