Seyîd Riza li Dersimê hate bîranîn
Seyîd Riza û hevalên wî li Dersimê hatin bîranîn. Parlamentera DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser êrişên li Dersimê û got, "Divê em xwedî li kevneşopiya berxwedanê derkevin."
Seyîd Riza û hevalên wî li Dersimê hatin bîranîn. Parlamentera DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser êrişên li Dersimê û got, "Divê em xwedî li kevneşopiya berxwedanê derkevin."
Seyîd Riza û hevalên wî ku beriya 87 salan li qada Bûgday a Xarpêtê hatin darvekirin, li Dersimê hatin bîranîn.
Endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dersimê li Kolana Hunerê li hev kom bûn, bi pankarta bi nivîsa "Me tiştek ji bîr nekir, me ti tişt efû nekir, Xo virra meke' û bi wêneyên kesên hatin qetilkirin heta Qada Seyîd Riza meşiyan.
Parlamentera DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, ji Hevberdevkên Komîsyona Bawerî û Gelan a DEM Partiyê Yuksel Mûtlû û Parlamentera Dersimê Ayten Kordû jî tevlî bîranînê bûn.
Serokê Şaxê Dersimê yê Komeleya PSAK'ê Alî Ekber Kaya, Seyîd Riza û hevalên wî bi bîr anî. Bernameyê bi xwendina diayan û pêxistina çeraxê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.
Bi navê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dersimê Ergîn Tekîn axivî û anî ziman ku li Dersimê asîmîlasyon hîn jî dewam dike. Tekîn got, "Bila lêborîneke fermî bê xwestin û ev lêborîn ji raya giştî re bê eşkerekirin. Bila arşîvên Dersimê bêne eşkerekirin û cihê gorên Seyîd Riza û yên din bêne eşkerekirin."
Kurê neviyê Seyîd Riza Seydalî Polat jî got, "Zarokên piştî me gihîştin wê hesabê vê yekê rojekê teqez ji we bipirse. Şehîdên şoreşê hemûyan bi hurmet bi bîr tînim."
Ji dayikên Elewî Menşûre Dogan diyar kir ku di wêneyên Dersim 38'an de Seyîd Riza û hevalên wî pêxwas tê sekinandin û bi zincîrkirî birin sêdarê ku ev yek rastiya dewletê nîşan dide.
Parlamentera DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî banga xwedîderketina li mîrateya berxwedanê ya Seyîd Riza û hevalên wî kir û got, "Dersim 38 neqedya ye, hîn dewam dike. Di 38'an de em hatin qetilkirin, îro jî bi komkujiyeke cuda re rû bi rû ne. Xwezaya Dersimê bi bendav, maden û HES'an tê tinekirin. Dixwazin baweriyê tine bikin. Hewl didin baweriya Rêya Heq asîmîle bikin, hewl didin Kurdîtiyê di nava Tirkbûyînê de tine bikin, ji bo vê jî polîtîkayeke zirav dimeşînin. Baş zanin ku sefer li Dersimê dibe, lê serketin qet nabe. Dixwazin bi polîtîkayên zirav me ji sekna Dersimê dûr bixînin. Divê beriya her tiştî em li ber vê yekê rabin, têbikoşin."
Di dewama axaftina xwe de Gulistan Kiliç Koçyîgît got, "Em ji vir bi eşkere bang dikin. Li pêşberî Pîrê xwe, ji Herde Derwêş bang dikin; hûn bi rastî jî aştiyê dixwazin? Bi milyonan mirov daxwaza aştiyê dikin, bi hezaran destê aştiyê hatiye dirêjkirin. Eger nêta wan a ji bo aştiyê hebe divê hesabê komkujiyan bidin û lêborînê bixwazin. 87 sal derbas bûne lê hîn jî em cihê gora Seyîd Riza û hevalên wî nizanin. Eger hûn ji dil bin hingî cihê gorên Seyîd Riza û hevrêyên wî bibêjin. Bila dewlet hesabê sûcê li vê derê kiriye bide. Bila lêborînê bixwaze."
MERSÎN
Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) li navçeya Akdenîz a Mersînê li ber avahiya komeleyê çalakiyeke bîranînê lidar xist.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku wê ti carî ji bawerî û nasnameya xwe tawîzê nedin.