KJA ya Mêrdînê: Tecrîda li ser Rêberê me sedema felaketê ye

Kampanya "Ez xwedî li Rêberê xwe, axa xwe, azadiya xwe derdikevim" a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Mêrdînê jî hat destpêkirin.

Pêkhateyên KJA yên Mêrdînê hişyarî dan, ku tecrîd wê rê li ber felaketê veke.

Endamên KJA yên Mêrdînê li avahiya DBP'ê ya Mêrdînê li hev civiyan û kampanya "Ez xwedî li Rêberê xwe, axa xwe, azadiya xwe derdikevim" bi daxuyaniyeke çapemeniyê da destpêkirin.

'TIRKIYE BER BI FELAKETÊ VE TÊ DEHFDAN'

Hevseroka DBP'ê ya Qoserê Bîrgul Yuksel li vir axivî û destnîşan kir, ku sedema bingehîn a kaosa heyî ya li Tirkiyeyê, nêzîkatiya li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Yuksel diyar kir, bi tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re Tirkiye ber bi tarîtiyê ve hatiye dehfdan û got, "Em ji siberoja jin û gelên Tirkiyeyê bi fikar in. Bila tecrîd derhal bê rakirin."

'DI ŞEVA DARBEYÊ DE LI ÎMRALIYÊ ÇI QEWIMÎ?'

Yuksel da zanîn, temînata yekîtiya gelên Kurd û Tirk Ocalan e û astengkirina hevdîtina bi Îmraliyê re şermezar kir. Yuksel ev pirs kir: "Di şeva darbeyê de çi qewimî, çima destûr nayê dayîn bi Rêbertî re hevdîtin were kirin?"

Yuksel xwest, heyetek karibe derhal biçe Îmraliyê û destnîşan kir, şertê destpêkê yê çareseriya pirsgirêkan bi rêyên demokratîk, têkoşîna 'azadiya Ocalan' e." Yuksel bang li rêxistinên jinan ên Tirkiyeyî kir, ku di dema vê kampanyayê de bi wan re tevbigerin.

'EM BAJARÊN HATINE HILWEŞANDIN JI NÛ VE AVA BIKIN'

Bîrgul Yuksel diyar kir, ji nû ve avakirina bajarên xwerêveberiyê yên ji aliyê hêzên dewletê ve hatine hilweşandin, yek ji armancên kampanya wan e û anî ziman, ku jin wê di vê demê cihê xwe di nva karê ji nû ve avakirinê de bigirin. Yuksel got, "Em bawer in, ji bo azadî û ji nû ve avakirinê wê jin li her mal, gund, kolan û bajaran seferber bibin."

Daxuyanî bi qîrîna dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" û tilîliyan qediya.

...