Ji bo welatparêzê Kurd Saka cezayê girtîgehê hat dayîn

Dadgeha Herêmî ya Hambûrgê 2 sal cezayê girtîgehê li welatparêzê Kurd Kadîr Saka birî.

Welatparêzê Kurd Kadîr Saka, di mehên bihurî de bi hinceta xala 129 ya Destûra Bingehîn a Elmanyayê binpêkiriye, li bajarê Bremen hatibû girtin û şandibûn Girtîgeha Dammtor a Hambûrgê. Rûniştina derbarê dozê de pêk hat. Malbat, parêzer û gelek Kurdistanî beşdarî rûniştinê bûn.

Di rûniştina dozê ya li Dadgeha Herêmî ya Hambûrgê dewam dike de, ji bo kadrî Saka yê 58 salî ku bavê 8 zarokan e û qeyda wî li nifûsa Mêrdîn Midyadê ye, 2 sal cezayê girtîgehê hat birîn.

Şandeya dadgehê, diyar kir ku Saka di nav xebatên PKK'ê de cih girtiye, alîkarî berhev dike û li mala wî posterê Rêber Apo hatiye dîtin û îdîa kir ku ev yek binpêkirina xala a û b ya 129 a Destûra Bingehîn a Elmanyayê ye.

Şandeyê, anî ziman ku di pêvajoya darizandinê de Saka poşmanî nîşan nedaye û ji ber vê biryara neberdana wî hatiye dayîn.