Starta kampanya ku KJA ji bo Ocalan da destpêkirin li Êlihê hate dayîn
Kampanya “Ez li Rêbertî, Azadî, Axa xwe xwedî derdikevim” ku ji hêla KJA’yê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin, li Êlihê hate destpêkirin.
Kampanya “Ez li Rêbertî, Azadî, Axa xwe xwedî derdikevim” ku ji hêla KJA’yê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin, li Êlihê hate destpêkirin.
Di pêşengtiya KJA’yê de bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kampanya “Ez li Rêbertî, Azadî, Axa xwe xwedî derdikevim” ku wê li Tirkiye û Kurdistanê 6 mehan bidome, li Êlihê bi panelekê destpê kir. Di panelê de ku bi heman navê kampanyayê li Sînema Yilmaz Guney hate lidarxistin, parlamenterên HDP’î Ayşe Acar Başaran, Saadet Becerîklî, hevserokên HDP û DBP’ê, Dayikên Aştiyê û aktîvîstên KJA amade bûn. Salona ku panel hate lidarxistin bi wêneyên Ocalan hate xemilandin.
Di panelê de wekîl Ayşe Acar Başaran axivî, diyar kir ku têkîldarî tenduristî û ewlehiya Ocalan ku avakarê projeya komara demokratîk e, çendan caran têkîldarî rewşa kaotîk a li Tirkiyeyê hişyarî kirine û temînata yekîtiya gelên Kurd û Tirk e, bi fikar in.
Başaran got, “Êvara 15’ê Tîrmehê ya darbeyê li Îmraliyê çi bû û çima hevdîtin pêk nayên?” û destnîşan kir ku tenduristî û ewlehiya Ocalan “xeta wan a sor e”, bang li dewleta Tirk kir ku bi bayê lezê dest ji vê nêzîkatiya ku dikare kaosê kûr bike û encamên xeternak ava bike berdin. Başaran, anî ziman ku wê bi şîara “Ji Ocalan Re Azadî” li her derê têbikoşin.
Başaran bi lêv kir ku heta şertên azad ên muzakereya bi Ocalan re çênebin wê Tirkiye nikaribe ji vê kaosê derkeve, got, “Mekanîkên darbeyê wê ti carî ji dewrê dernekevin. Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çareseriya pirsgirêkên li Tirkiyeyê ye.”
Başaran li ser vî esasî bang li tevahî jinan kir ku destekê bidin kampanyayê, jin dawet kirin ku bi şîara “Her Warek Welatek” ve bajarên hatine hilweşandin ji nû ve ava bikin û jiyanê ji nû ve lêbikin.
Panel piştî axaftinan bi pêşendana sînevîzyonek têkîldarî “Ocalan” bi dawî bû.
Di çarçoveya kampanyayê de wê 12’ê Tebaxê li Salona Konferansê ya Şaredariyê panelek bê lidarxistin, 17’ê Tebaxê jî li Amedê wê nobeda “Ji Ocalan Re Azadî” bê girtin, 1’ê Îlonê jî wê li bajêr mîtîngek mezin bê lidarxistin.