Jin li Viyana û Duîsbûrgê û Parîs ji bo Ocalan daketin qadan
Jinê Kurd ên ku li paytext Viyana ya Awûstûrya, li bajarê Dûsîrbûrg ê Elmanya û li paytext Parîs a Fransayê derketin kolana daxwaza azadiya Ocalan kirin.
Jinê Kurd ên ku li paytext Viyana ya Awûstûrya, li bajarê Dûsîrbûrg ê Elmanya û li paytext Parîs a Fransayê derketin kolana daxwaza azadiya Ocalan kirin.
Di çalakiyan de hate xwestin ku divê zû tecrîda were rakirin û bang hate kirin ku di serî de jin hemû Kurd rabin ser piyan.
VIYANA
Li paytext Viyana ya Awûstûryayê Kurdistanî û dostên wan, bi mebesta ku di zûtirîn demê de dawî li tecrîda girankirî ya li ser Ocalan were, li ber Neteweyên Yekbûyî ya Navenda Viyanê ye ketin çalakiya rûniştinê.
Çalakgerên ku devê xwe bi bandê girtin, bêdengiya Neteweyên Yekbûyî şermezar kirin. Piştre şandeyek ji çalakgeran dosyayek radestî rayedarên NY’yê kirin. Rayedarê NY’ê sond xwar ku ew ê dosyayê radestî têkildaran bike.
Di çalakiyê de danezanên bi Elmanî û Ingilîzî hatin belavkirin.
DÛÎSBÛRG
Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanya bi pêşengitya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin. Çalakî di li kolana herî çalak a Konîgstrê hate kirin û pankartên, ‘’Ji Ocalan re azadî’’, ‘’Ji Kurdistanê re xweserî’’ hatin vekirin.
Rojîn Dêrsim li ser navê însîyatîvê axivî û got, ‘’Ji bo dawî li tecrîda li ser Ocalan were, divê jinên Kurd bilez rabin ser piyan. Mêtingeriya ku dewleta Tirk û hevkarên wê hêzên emperyalîst li van xakan pêk tînin, herî pir jin dijîn û hîs dikin. Em dibêjin, heke li van xakan wê çareseriyek pêk wre, ev ê bi Ocalan pêk were.’’
PARÎS
Li paytext Parîs a Fransayê pêkanîna tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya avaiya Qeser Serokkomariyê li Qesra Elîseeyê hate protestokirin.
Polîsan êrîşî çalakiya ku di pêşengtiya Tevera Jinên Kurd a Ewropayê de hate lidarxisin kirin. Polîsan êrîşî Jinên ku li pêşiya Qesra Elîseeyê çalakiya rûniştinê lidar xistin kirin. Çalakî di van saetan de jî dewam dike.