Xelkê Êlihê li dijî derbeyê meşiya, banga tevlîbûna mîtînga 17’ê Mijdarê kir
Xelkê Êlihê li dijî derbeya qeyûm berxwedana xwe didomîne. Di çalakiyê de ji bo Mîtînga Demokrasî û Azadiyê ya 17’ê Mijdarê bang hate kirin.
Xelkê Êlihê li dijî derbeya qeyûm berxwedana xwe didomîne. Di çalakiyê de ji bo Mîtînga Demokrasî û Azadiyê ya 17’ê Mijdarê bang hate kirin.
Protestoyên ku li dijî derbeya qeyûm li Êlihê destpê kirine, di roja 12’an de dewam dikin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek kesên din beşdarî çalakiyê bûn.
Gel ji Parka Yilmaz Guney bi dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “Qeyûm talan e, berxwedan jiyan e” ber bi Xaçerêya Basinê ve meşiya. Li Xaçerêya Basin daxuyanî hate dayîn.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan destnîşan kir ku desthilatdarî polîtîkaya talanê dimeşîne û got, “Qeyûmê herî mezin li qesrê rûdine. Yê ku rejîma qeyûm ava kirî, Erdogan e. Qeyûm talan, dizîtî û xespa îradeyê ye. Birêz Abdullah Ocalan 25 sal in rû bi rûyê tecrîdeke girankirî ye. Em ê hem rejîma tecrîdê, hem jî qeyûm tune bikin. Em berxwedana xelkê Êlihê ku 12 roj in li ber xwe dide, silav dikin.”
Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Cengîz Çandar diyar kir ku xelkê bajêr 12 roj in li dijî xespa îradeyê berxwedaneke bi rûmet raber dike û anî ziman ku hemû cîhan berxwedana xelkê Êlihê dibîne.
Hevseroka Rêxistina Êlihê ya DEM Partiyê Songul Korkmaz jî banga tevlîbûna Mîtînga Demokrasî û Azadiyê ya 17’ê Mijdarê kir û got, “Em ê mîtînga xwe li Xaçerêya Dortyolê lidar bixin. Em hemû gelê xwe roja Yekşemê di saet 13.00’an de vedixwînin ber avahiya DEM Partiyê ya bajêr.”
Berxwedana gel a li Xaçerêya Basinê dewam dike.