KJA çû serdana malbata Ekîn Wan
Endamên KJA’yê yên Wanê, çûn serdana malabata gerîlaya HPG’ê Ekîn Wan a ji aliyê çeteyên Qesrê ve hatibû qetilkirin û laşê wê hatibû teşhîrkirin.
Endamên KJA’yê yên Wanê, çûn serdana malabata gerîlaya HPG’ê Ekîn Wan a ji aliyê çeteyên Qesrê ve hatibû qetilkirin û laşê wê hatibû teşhîrkirin.
Ji boneya salvegera şahadeta gerîlaya HPG’ê Kevser Elturk ( Ekîn Wan) ya ku 10 Tebaxê li navçeya Mûşê Gimgimê hatibû qetilkirin û laşê wê hatibû teşhîrkirin, endamên KJA’yê yên Wanê çûn serdana malbatê. Di nav kesên ku çûn serdana malbata Elturk a li taxa Karşiyakayê de wekîla Hevseroka Bajêr yê DBP Nazmiyê Acar, Hevseroka navçeya Rêya Îpekê ya DBP Rojîn Bor û endamên KJA’ê cih girtin.