Jinên Wanî têkoşîn û hevkariyê xurt dikin
Pêkhateyên KJA’yê yên Wanê di çarçoveya kampanya, "Ez xwedî li Rêbertiya xwe, xaka xwe, azadiya xwe derdikevim" de diyar kirin ku ew ê derkevin qadan.
Pêkhateyên KJA’yê yên Wanê di çarçoveya kampanya, "Ez xwedî li Rêbertiya xwe, xaka xwe, azadiya xwe derdikevim" de diyar kirin ku ew ê derkevin qadan.
KJA li Wanê bi şîara, "Ez xwedî li Rêbertiya xwe, xaka xwe, azadiya xwe derdikevim" derdikeve qadan. Di nav çarçoweya kampanyayê de wê gelek çalakî werin lidarxistin.
Pêkhateyên KJA’yê li Wanê diyar kir ku ew ê di çarçoveya kampanyayê de gelek çalakiyan lidar bixin.
Têkildarî kampanyayê li avahiya Rêxistina Bajêr a HDP’ê ya Wanê daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayîn. Di daxuyaniyê de Wekîla Hevseroka Bajêr ê HDP’ê yê Wanê Nazmiye Acar, Hevseroka Bajêr a HDP’ê ya Wanê Gulîstan Organ, Hevşaredarên bajêr û navçeyan, rêveberên HDP-DBP’ê yên bajêr û navçeyan, Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên KJA’ê amade bûn.
Di daxuyaniya çapemeniyê de aktîvîsta KJA’ê Dîlek Akdag got, "Polîtîkayên qirkirina siyasî, çandî û fizîkî ya hikûmeta AKP’ê, di serî de li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Şirnex, Hezex, Silopya, Gever, Farqîn, Dêrik, Kerboranê, şerê qirêj ê bi mebesta koçberkirina bi sedan mirovî ku di serî de li ser jin û zarokan li tevahiya Kurdistanê dimeşîne dom dike. Ev rêbazên şerê qirêj êşa giran bi Kurdan dane jiyîn û bûye sedema travmayên nû."
Akdag diyar kir ku ew bi kampanyayê armanc dikin ku pêvajoya çareseriya demokratîk bi pêş bixin, sîstema demokratîk ava bikin û xwedî li berxwedana gel derkevin. Akdag wiha pê de çû, "Bi hevgiriyeke xurt, li ser zemîna xurtkirina têkoşînê, em ketine pêvajoya kampanyayeke ku wê şeş mehan bidome."
TEQWÎMA ÇALAKIYÊ
Akdag têkildarî çalakiyên ku wê di çarçoveya kampanyayê de werin kirin jî ev agahî dan:
"17’ê Tebaxa 2016’an bi pêşengtiya Dayikên Aştiyê wê nobeta 'Ji Rêbertiyê re azadî' were destpêkirin. Çalakî wê rojekê berdewam bike. Girîng e ku hemû pêkhateyên me yên jin tevlî vê çalakiyê bibin.
9’ê Tebaxê saet 10.00’an wê malbata Ekîn Wan were ziyaretkirin.
10’ê Tebaxê saet 11.00’an wê gora Ekîn Wan were ziyaretkirin.
12’ê Tebaxê li parka Feqîyê Teyran wê daxuyaniyeke were dayin.
Heya 1’ê Îlona 2016’an bi şîara, 'Her civîneke gel çalakiyeke demokratîk' e wê civînên taxan ên jinan werin kirin û li bajaran semîner werin dayin.
15’ê Îlonê li bajarê me bi şîara, 'Ez xwedî li Rêbertiya xwe, xaka xwe, azadiya xwe derdikevim' wê mîtîngek were lidarxistin."
Li ser bingehê alîkariya kampanyayê ya ji bo gelê me yê Geverê(betanî, gore, êlek,rîçal, konserve û hwd.) wê pêdiviyên jin û zarokan werin çavederkirin, li ser bingeha ku hêza her jinê ya hevgiriya jinê derxîne holê bi organîzasyonên alîkariyê yên bajêr re, bi rihê ku jinên kar di avakirinê de seferber bikin wê xebatan bikin.
Xebatên me yên çandî û hîndekariyê yê berev bi zar û jinan de li saziyên çandê yên li bajêr wê bi destê me were birêvebirin.
Di çarçoveya kampanyayê de sînevîzyon, slayt, fragman û hwd. bi materyalên dîtbar der barê mijarên cihê de wê agahî werin dayin.
Wekîla Hevseroka Bajêr a Wanê ya DBP’ê Nazmiye Acar jî banga bihistyariyê kir û got, 'Hemû hevrêyên me yên jin, divê xwedî li nirxê xwe derbikevin.'