Li Parîsê ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez edalet hate xwestin
Bi daxwaza faîlên yek ji damezrênara PKK’ê Sakîne Caniz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên hatin qetilkirin diyar bibe, li pêşiya Parlementoya Fransayê çalakiya edaletê hate lidarxistin.
ANF
PARÎS
çarşem, 10 gelawêjê 2016, 16:04
Bi daxwaza faîlên yek ji damezrênara PKK’ê Sakîne Caniz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de hatin qetilkirin diyar bibe, îro jî li pêşiya avahiya Parlementoya Fransayê di pêşengiya Navendên Civaka Demokratîk a li Parîsê de çalakiya edaletê hate lidarxistin.
Çalakî di saet 15:00’an de bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, Kurdistanî ,Tamîlî û Yekîtiya Jinên Sosyal (SKB) jî beşdar bûn.
Çalakvanan ji meqamên Fransayê daxwaz kirin ku hêzên pişt qetlîamê eşkere bikin, belavok hatin belavkirin.
Çalakiya Edaletê bi dirûşmeyên “Em hemû Sakîne, Fîdan û Leyla ne” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.