Malpera JINHA’yê dîsa hat astengkirin
Malpera Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) cara 8. ji aliyê TÎB'ê ve hat astengkirin û sansurkirin. JINHA di nava hefteyekê de cara 3. tê sansur û astengkirin.
Malpera Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) cara 8. ji aliyê TÎB'ê ve hat astengkirin û sansurkirin. JINHA di nava hefteyekê de cara 3. tê sansur û astengkirin.
Serokatiya Ragihandina Telekomunikasyonê (TÎB a girêdayî Saziya Ragihandin û Teknolojiyê ya Zanînê), der barê Ajansa Nûçeyan a JIN (JINHA) de cara 8. biryara sansur û astengkirinê da. JINHA herî dawî bi lînka "www.jinhaber.pw" nûçe diweşand. Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) ku bi Kurdî (zaravayên Kurmancî, Soranî), Tirkî û Îngilîzî weşanê dike ji aliyê TÎB’ê ve weşana malpera wê hat astengkirin.
Xwendevanên JINHA dikarin bi lînka nû ya "www.jinnews.pw" xwe bigînin malperê.