BI DÎMEN

Ji ADKM'ê banga ji bo meşa li Kolnê

Nûnerê ADKM'ê Mûrat Bal ji bo meşa sibe ya li bajarê Koln ê Elmanyayê banga tevlîbûnê kir.

ÇALAKIYA 16'Ê MIJDARÊ

Bal bang li hemû şoreşger, demokrat û welatparêzan kir ku beşdarî meşa ji bo azadiya Rêber Apo bibin û got, "Gelê Kurd 40 sal in bênavber têdikoşe. Bêyî berxwedanê azadî bi dest nakeve. Li dijî qeyûman û neheqiyê em têkoşînê bilind bikin. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan li dijî me hemûyan e. Em tecrîdê bi hev re parçe bikin. Rizgariya gelên Kurd, Tirk û herêmê û çîna kedkar bi têkoşîna hevpar pêk tê. Bi vê wesîleyê bang li hevrêyên me hemûyan dikim ku 16'ê Mijdarê têkoşînê bilind bikin."