BI DÎMEN

Omer Ocalan: Em teqez tevlî mîtînga li Kolnê bibin!

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan ji bo azadiya Rêber Apo bang li Kurdên li Ewropayê kir ku bi xurtî beşdarî mîtînga li Kolnê bibin.

BANGA JI BO MEŞA LI KOLNÊ

Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Omer Ocalan ji bo azadiya Rêber Apo banga tevlîbûna li meşa mezin a li Kolnê kir ku wê di 16'ê Mijdarê de pêk were.

Peyama Omer Ocalan bi vî rengî ye:

"Em jî li Ewropayê ne, li Kolnê ne. Divê ev mîtînga ji Kolnê bigihêje cîhanê. Em ê bangawaziyeke mezin ji vî bajarî, ji vî welatî bikin. Hewcedarî heye ku peyameke mezin ji vir bigihêje Girava Îmraliyê jî. Divê destê Kurdan li hewa nemîne. Kurd miletekî mezlûm e, ji bo aştiyeke bi rûmet li ber xwe dide. Hewcedarî heye ev peyamên me, peyamên tevgera me, rêxistina me, Rêberê vî miletî bi rengekî xurt em li Kolnê li qada mîtîngê bidin. Ez ê jî wê rojê, wê saetê li Kolnê bim. Em ê bi hev re dengê xwe bilind bikin, ji bo çareseriyeke bi rûmet, ji bo aştiyeke bi rûmet. Em dixebitin. Werin bila keda we jî di wê mîtîngê de hebe. Kurd bila îradeyeke xurt li Ewropayê nîşan bide. Divê gelê me yê li Ewropayê jî rol û mîsyona xwe di vê pêvajoyê de bi cih bîne. Em ê ji bo tiştên herî baş bixebitin, em ê ji bo tiştên herî qenc bixebitin, lê em ê ji bo tiştên xerab jî tedbîr û amadekariya xwe bikin. Roja Şemiyê em ê li qada Kolnê dengê xwe bilind bikin, em ê destê Birêz Ocalan xurt bikin. Ji bo vê jî divê Kurdên li Ewropayê, dostên Kurdan tevlî vê mîtîngê bibin. Em destê Rêzdar Ocalan di vê pêvajoyê de xurtir bikin."