Sauvage ya 68 salî ku tevahiya ku temenê wê bi tundiya mêrê wê yê li ser wê derbas bû û hevserê wê desdirêjî keçên xwe jî kiribû, ji ber ku 2012’an hevserê xwe kuştibû 10 sal ciza lê hatibû birîn. Ji ber kampanyayên ji bo Sauvage hatin kirin, Serokkomar Hollande kiribû ku ew bi şert were berdan.
Lê dadgeheke li Melûnê ku biryara efûyê gutûgo kir, biryara serbestberdana bi şert a Hollande qebûl nekir. Di biryarê de tê gotin, ‘’nehatiye ispatkirin’’ ku Sauvage hevserê xwe, ji ber ‘’parastina rewa’’ kuştiye.
Parêzerê Sauvage gotin ew ê îtîrazî biryarar dadgehê bikin.
Ji bo ku Sauvage were efûkirin, bi desteka wekîlan û senatoran kampanyayek hatibû birêvebirin.