Cenazeyê Gerîlaya YJA-Starê Dîlara Sefer (Jiyan Şervan) a ku 9’ê Tebaxê di encama bomberdûmanê de li Geliyê Mûnzûr a Dersîmê bi 4 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da, dîsa li Dersîmê hate veşartin. Cenazeyê Sefer ê rakiribûn Morga Tiba Edlî ya Meletiyê, îro ji hêla malbat û xizmên wê hate wergirtin û anîn navçeya Pêrtag.
Piştî cenaze anîn Mala Cem a Pêrtagê, gele kes ji bo tevlî merasîma cenazeyê bibin li ber Mala Cemê kom bûn. Di nav de Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tûncel, Parlamenterê Dersîmê Alîcan Onlu, Hevşaredara Dersîmê Nûrhayat Altûn û rêveberên DBP û HDP’î jî hebûn.
Darbesta Sefer a bi ala kesk, sor û zer hatî xemilandin ji Mala Cemê bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Jin Jiyan Azadî” hate wergirtin û ji bo definkirinê ber bi goristana Çelehanî ya gundê Sagman Dersîmî ve derxistin rê.
Di têketina gund de darbesta Sefer ji wesayîta cenazeyê hate danîn, jinan hilgirtin ser milên xwe û ji bo helaltiyê birin malê. Li vir piştî wecîbeyên olî jinan careke din cenaze hilgirtin ser milên xwe û anîn ser gorê. Li vir li gel sirûda “Çerxa Şoreşê” rêz hate girtin.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tûncel di şexsê Sefer de tevahî têkoşerên demokrasî û azadiyê bi bîr anî.
Piştî axaftina Tûncel, cenazeyê Sefer ji hêla jinan ve hate definkirin. Piştî veşartina cenaze, gor bi qûrnefîlan hate xemilandin, bi pêxistina findan ve merasîma cenaze bi dawî bû.