BI DÎMEN

'Jin xwedî li Rêberê xwe derdikevin'

Aktîvîsta KJA'yê Fatma Gul da xuyakirin, ku heta rêberê wan azad nebe, jinên Kurd jî azad nabin û ji bo kampanya wan a bi şiyar 'Xwedî li Rêber, ax û azadiya xwe derdikevim' banga tevlîbûnê kir.

Aktîvîsta Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Gul, têkildarî kampanya KJA'yê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê re axivî û bibîr xist, ku Ocalan ji bo azadiya jinên Kurd bûye pêşeng, lewma ji bo jinên Kurd girîngiyeke wî ya mezin heye.

Gul diyar kir, parçeyê herî mezin ê têkoşîna 40 salan jin e û destnîşan kir, jinên Kurd wê ji bo azadiya Rêberê xwe her tim li qadan bin.

'ME LI DIJÎ TECRÎDÊ EV KAMPANYA DAN DESTPÊKIRIN'

Gul bal kişand ser nirxên têkoşîna azadiyê ya jinê afirandiye û got, mînaka vê ya herî şênber jî şoreşa Rojava ya bi pêşengiya jinê ye. Gul da xuyakirin, ku jinên Kurd li dora Rêberê xwe, ji bo azadiyê têdikoin û wiha dewam kir: "Jinên Kurd û Rêbertî mîna goşt û hestî ne. Bi hev ve ne, ji hev nayên veqetandin. Sedema herî mezin a kampanya me ya îro, tecrîda li Îmraliyê ye. Em tecrîda li Îmraliyê weke tecrîdek li hemberî têkoşîna jinên Kurd dibînin. Ji ber ku haya jinên Kurd jî ji vê heye, bêhtir jiyana xwe watedar dikin û îro vê kampanyayê dimeşînin."

'NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ, OCALAN E'

Fatma Gul da zanîn, tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û destnîşan kir, tecrîda li ser Ocalan bi ti awayî li hiqûq, wijdan û nirxên însanî nayê. Gul ragihand, weke jinên Kurd wan heta niha ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan kedeke mezin dane û got, "Îro li Tirkiyeyê pirsgirêkên giran hene. Bi taybetî pirsgirêkên koledariyê, zext, mêtîngerî û şîdetê derdikevin pêşiya jinê. Li her qada jiyanê mexdûriyeteke kûr heye. Ev talan û mêtîngerî herî zêde bandorê li jinan dike. Em jî dibêjin, eger wê li vê xakê çareseriyek pêk were, ev jî bi Ocalan dibe. Çavkanî û navnîşana çareseriyê Rêberê Gelê Kurd e."

'DIVÊ JINÊN AZAD DAKEVIN QADAN'

Gul diyar kir, jinên Kurd ji bo nasnameya xwe bi dest bixin û li ser xaka xwe azad bibin, pêwîstî bi kampanyayek bi vî rengî dîtine û kampanya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd û jinên Kurd tê meşandin. Gul bang li jinên Kurd û hemû jinên cîhanê kir, ku destekê bidin vê kampanyayê û destnîşan kir, jinên dixwazin bi rengekî azad bijîn divê têbikoşin. Gul herî dawî ragihand, ji bo azadiya jinan û Rêberê Gelê Kurd, divê jin hemû dakevin qadan û hebûna xwe nîşan bidin.

 

...