KJA’yê starta kampanyaya xwe li Stenbolê da
KJA’yê starta kampanyaya bi navê ‘’Ez xwedî li Rêbertiya xwe, Xaka xwe, Azadiya xwe, xwedî derdikevim’’ li Stenbolê da.
KJA’yê starta kampanyaya bi navê ‘’Ez xwedî li Rêbertiya xwe, Xaka xwe, Azadiya xwe, xwedî derdikevim’’ li Stenbolê da.
Kampanyaya ku bi pêşengtiya Kongra Jinên Azad (KJA) bi navê ‘’li Rêbertiya xwe, Xaka xwe, Azadiya xwe, xwedî derdikevim’’ piştî Amedê li Stenbolê jî hate daxuyandin. Di daxuyaniya çapemeniyê de ku li salona konferansê ya Rêxistina Navçeya Bagcîlarê ya HDP’ê Wekîla Stenbolê ya HDP’ê Pervîn Buldan, endamê Koordînasyona KJA’yê û Şandeya Imraliyê Ceylan Bagrîyanîk, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê, endamê KJA’yê yên koordînasyona Stenbolê amade bûn
Wekîla HDP’ê ya Stenbolê Pervîn Buldan di daxuyaniyê de têkildar tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got,kampanyaya ku bi mebesta bidawîkirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan ku piştî 15’ê Tîrmehê hewldana darbeyê fikarên têkildarî jiyana wî zêdetir bûne, girîng e û got, ‘Ocalan di serî de ji bo Kurdan û ji çewisandî û kedkarên Tirkiyê mijareke nazik e. Ji bo vê jî em jin, em li vir sond dixûn, heya ku ji Ocalan agahî were standin emê li kuçe û kolan û meydanan bin.’’
Piştî axaftinan kampanya ji hêla Besra Îşsever, endama Koordînasyona KJA ya Stenbolê ve hate deklerekirin. Îşsever got, Ocalan divê ne li Imraliyê lê li nav şert û mercên azad divê muzakereyan bike, got, heke ev pêk neyê li Tirkiyê ti pergaleke polîtîk wê ji rûxînê nikaribe xwe xilas bike. Îşseever diyar kir, azadiya Ocalan çareseriya pirgirêkên li Tirkiyê ye û got, ‘’Du muxatab hene; Kurd û Tirk. Naxwe pêvajo nîşan dide ku di hişkerekirina biryarên çarenûsa li ser du gelan jî di fetloneke dawî, di şêmûga dawî ya dîrokê de ne. Li ser vê bingehê me kampanyaya bi navê, ‘’Ez li Rêbertiya xwe, Xaka xwe, Azadiya xwe xwedî derdikevim’’ weke navê têkoşînê ya vê pêvajoyê hatiye diyarkirin.
Îşsever têkildarî kampanyayê got: ‘’Heya 1’ê Îlonê, bi feraseta ku her civîneke gel çalakiyeke e li hemû navçe, tax û kuçeyên Stenbolê wê civîn, panêl û çalakiyên cur be cur werin lidarxistin. Çalakiyên nobetê yên ku di pêşengtiya Dayikên Aştiyê de pêk tên wê berfirehtir bibin. Meha Cotmehê de bi şîara, ‘’Li Rêbertiya xwe, Xaka xwe, Azadiya xwe xwedî derdikevim’’ wê mîtîngeke were lidarxistin. Dawiya mehê ji bo CPT’yê, bi mebesta daxwazakirina azadiya Ocalan wê 100 îmze werin berhevkirin.’’