Li bajarê Dussledorf ê Elmanyayê ji bo yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Caniz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez a ku li 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatibîn qetilkirin çalakiya edaletê hate lidarxistin.
ANF
DUSSELDORF
çarşem, 10 gelawêjê 2016, 17:41
Çalakiya vê hefteyê meclîsa Gel a PYD’ê dewir girt.
Çalakiya ku ji aliyê Yekîtiya Jinên Kurdistan a Elmanyayê (YJK-E Elmanya) û Buroya Aştiyê ya Jina (CENÎ) ve hate otganîzekirin tim dirûşmên Almanî û Fransî yên mîna “Jin, jiyan, Azadî”, “Sara, Rojbîn, Ronahî”, “Erdogan ê faşîst hevkar Fransa” û “Qatilê jinan Erdogan” hatin qîrkirin.
Di axaftinên li ser navê Meclîsa Gel a PYD’ê de hate diyarkirin, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha anîn ziman: “ Heta ku agahî ji Rêbertiya xwe bigirin û ronîkirina qetlîama Parîsê wê li qadan bin.”
Çalakî bi belavkirina belavok û banga ku beşdarî çalakiya ku wê roja Şemiyê li Dortmûndê bê li dar xistin bibin ve bi dawî bû.