JIN
Hemû Nûçe
-
Civîna komîteya amadekar a Kongreya Jinên Kurdistanî hate kirin
Komîteya Amadekar a Kongreya Jinên Kurdistanî, bi piştgiriya Kongreya Star civîna xwe ya destpêkê pêk anî. -
Kemalbay bi nûçegihanan re rûnişt
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay got,’ Di vê pêvajoyê de divê hemû jin xwe bixin bin bar. Heke siyasetê, jiyana xebatê û kuçeyan ji jinên qut bikin wê faşîzm were sazûmanîkirin.’’ -
Meclîsa Jinan a HDPê: Em xwedî li vîna jinê derbikevin
Meclîsa Jinan a HDP’ê, hemû jin vexwendin nasandina kampanyaya ku li dijî tecrîda giran ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û şîdeta li ser jinan hatiye destpêkirin ya di 11’ê îlonê de. -
Mirinên jinan ên bi guman ku jê re ''întîxar' dibêjin
Jina ku bi îdiaya întîxarê li Qoserê rakirin nexweşxaneyên mirina wê ya mêjî wê pêk hat. Jina ku mirina mêjiyê wê pêk hat, tevî ku destê xwe yê rastê bikar tîne jî bi doktoran bi guman hat ku bi destê xwe yê bi cênîka xwe de biteqîne. -
Eren Keskîn a ku li Tirkiyê tê darizandin li Swêdê xelat stand
Li ser Eren Keskîn ji bo ku Rêveberiya Giştî ya Weşanê ya rojnameya Ozgur Gundemê kiriye 143 doz lê hatin vekirin û her wiha qedexe li ser danîn ku derkeve derveyî welêt. -
Jinên HDP'yî: Karkerên Kurd ji ber polîtîkayên AKP'ê tên kuştin
Meclîsa Jinan a HDP'ê diyar kir, polîtîkayên AKP/Qesra Erdogan bûne sedem ku karkera demsalî PerÎhan Akin bi êrîşeke nîjadperestî bê kuştin. -
Jinên Ereb bi coş tevlî perwerdeyê dibin
Mamosteyên jin ên ji pêkhateya Ereb li Akademiya Şehîd Dorşîn ku tevlî perwerdeya xweser bûne û gotin, "Divê jinên Ereb fikirên vejînê nas bikin. Bi ramanê Rêber Apo xwe bi rêxistin bikin ji bo ku hêza jinên Ereb bi civakê bidin naskirin." -
TJA: Êrîşa li Samsûnê polîtîk e, divê gelê me tedbîrên xwe bistîn
TJA’yê têkildarî Perîhan Akin a ku li Samsûnê ji ber êrîşeke nîjadperest jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek weşand û diyar kir ku ev êrîşeke polîtîk e û divê gel li hemberî êrîşan tedbîrên xwe bistîne. -
TJA li Wanê dest bi rêzeçalakiyan dike
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew ê li Wanê dest bi rêzeçalakiyan bike. -
Gelo Celîle Elalmiş ji aliyê 'Hêzên Taybet' ve hatiye kuştin?
Jina bi navê Celîle Elalmiş di 3’ê Îlonê de li gundê Yukariocak ê Şemrexê hate kuştin. Xizmên Elalmiş ku hîna rapora wê ya otopsî nehatiya eşkere kirin, diyar kirin ku roja bûyer qewimî, Hêzên Taybet li herêmê nobet digirtin. -
Jin bi awayekî kolektîf amadekariya zivistanê dikin
Li navçeya Rezanê jin li ber germahiya Amedê agir pêdixin helîse(Babaqannûç) çêdikin û bi awayekî kolektîf ji aliyekî ve jî îsot û balîcanan vedikin ji bo ku hişk bikin û zivistanê bînin ser sofreyên xwe. -
Li Girtîgeha Baybûrtê êşkence li 68 jinan tê kirin
Jina bi navê Nûdem Dûran ku li Girtîgeha Baybûrtê dimîne, diyar kir ku li girtîgehê êşkence li girtiyên jin tê kirin. Dûran anî ziman ku her roj bi rêk û pêk êşkence li 68 girtiyên jin ên li qewîşekê tên girtin, tê kirin. -
Li Parîsê çalakiya edaletê: Kujer Erdogan!
Ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez ku li Parîsê hatibûn qetilkirin, çalakiya edaletê berdewam kir. -
Li Xarpêtê êşkence li jinên girtî tê kirin
Rozerîn Îldan a di Girtîgeha Jinan a Tîpa T’yê ya Xarpêtê de ye dema diçû hevdîtina bi dozger re, midûr û gerînendeyên girtîgehê êşkence li wê kirine. -
Bi çavên jinê siyaset û rewşa hilbijartinên Bakurê Sûriyeyê
"Armanca me ji avakirina Federaliya Demokratîk ew e ku hemû gelên herêmê bi rengên xwe bi hev re danûstandinê bikin. Ji xwe wê bi Pergala Federaliya Demokratîk hîn zêdetir wekhevî û azadî serwer bibe, ji ber ku di vê pergalê de nirxên mirovahiyê hene." -
'Saray Guven bi rengekî plankirî hate kuştin'
Navenda Jivana Jinê UTAMARA, têkildarî kuştina Saray Guven daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, ku Guven bi êrîşeke rêxistinî û plankirî hatiye kuştin. -
Tûncel: Li vê derê, hiqûqa rejîma nû ketiye meriyetê
Hevseroka DBP’ê Sebahat Tûncel a ku ev 10 meh in girtî ye, ji ber ku bi armanca piştgiriyê bide çalakiya Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça meha Tîrmehê ket greva birçîbûnê, ji bo 2 mehan spor lê hatiye qedexekirin. -
TJA'yê li Şirnexê dest bi kampanya xwe kir
Rêxistina TJA'yê ya Şirnexê, li bajarokê Gundikê Melê dest bi kampanya xwe ya bi şiyara "Tecrîd wê têk biçe, azadî wê bi ser bikeve" kir. -
Jinên Asûr û Siryan li dijî desteserkirina milkên xwe ne
Jinên Asûr û Siryan ên li Swêdê bi biryar in ku milkên wan ên ku AKP’ê desteser kiriye, bi paş ve bistînin. -
Doza kuştina Yeter Polat, bi rûniştina îro dewam kir
Doza li dijî Mehmet Emîn Pehlîvan hate vekirin, bi rûniştina îro dewam kir. -
Li dijî êrîşên zayendî, jin xwe bi Kûng-Fû diparêzin
Li Hîndîstanê, ku li gorî daneyên fermî her sal zêdeyî 80 hezar bûyerên destavêtin û destdirêjiyê lê diqewimin, rahîbeyên Bûdîst ji bo xweparastinê perwerdeya Kûng-Fû didin jinan. -
Qatilê Saray Guven bêdeng e!
Zelal bû ku cenazeyê jina li nav daristanên bajarokê Munster ê Elmanyayê hate dîtin ê Saray Guven e. Hayreddîn Tandogan ê qatilê Guven e ku hate binaçavkirin bêdengî e. -
Du girtiyên jin: Zehra pirsî, Sara jî qala 'têkoşîna jinê' kir
Rojnamevan-wênevan Zehra Dogan ya girtî li girtîgehê bi aktîvîsta jinan Sara Aktaşê re ku ew jî di heman girtîgehê de ye gotubêjek pêk anî. Sarayê diyar kir ku di meha Tebaxê de xweseriya ku Êzidiyan îlan kiriye hêviya berxwedana jinê ye. -
Porê girtiyan bi kêrê birrîn û piştre avêtin hucreyan
Hate hînbûn ku girtiya bi navê Bîrhat Yalçin dema bi wesayîta rîngê dibirin Girtîgeha Tîpa T ya Jinan a Tarsûsê , di rîngê de porê wê bi kêrê birrîne û bi rojan di hucreyê de hatiye girtin. -
FEMEN: Erdoganê kujer rawestînin
Endama FEMEN'ê beriya ku lîstika gokê ya Tirkiyê-Ûkraynayê dest pê bike bi çalakiya 'kujer Erdogan' kete qada lîstikê.