FEMEN: Erdoganê kujer rawestînin
Endama FEMEN'ê beriya ku lîstika gokê ya Tirkiyê-Ûkraynayê dest pê bike bi çalakiya 'kujer Erdogan' kete qada lîstikê.
Endama FEMEN'ê beriya ku lîstika gokê ya Tirkiyê-Ûkraynayê dest pê bike bi çalakiya 'kujer Erdogan' kete qada lîstikê.
FEMEN'ê bi daxuyaniyekê got, "Rejîma Erdogan azadiyê dikuje û bi rastî jî dikuje. Dîktatoriyê rawestînin!"
Di Bêjandina Kûpaya Cîhanê ya 2018'an de beriya ku lîstika Tîma Millî ya Tirkiyê û Tîma Millî ya Ûkraynayê dest pê bike FEMEN'ê çalakî kir. Jina endama FEMEN'ê ku di dema seremoniyê de hate qada lîstikê li ser pêsîra xwe 'Erdogan kîller' (Kujer Erdogan) nivîsî.
FEMEN'ê di daxuyaniyekê diyar kir jina çalakger birine navenda polîsan. Di daxuyaniyê de hate gotin, "FEMEN'ê rejîma dîktatorî ya Erdogan şermezar kir. Rejîma Erdogan azadiyê dikuje û bi rastî jî dikuje. Dîktatoriyê rawestînin."