Civîna komîteya amadekar a Kongreya Jinên Kurdistanî hate kirin

Komîteya Amadekar a Kongreya Jinên Kurdistanî, bi piştgiriya Kongreya Star civîna xwe ya destpêkê pêk anî.

Bi armanca nirxandina girîngiya Kongreya Jinên Kurdistanî, komîteya amadekar bi hevkariya Rêxistina Kongreya Star a Kobanê, yekemîn civîna xwe li navenda Kongreya Star a Kobanê bi beşdariya bi dehan jinên Kobanê, li dar xist. Hevseroka Kantona Cizîrê Hîva Erebo, ji Rêveberiya Kongreya Star Welîda Botî, Endama Rêveberiya Kongreya Star a Kobanê Felek Yûsif û Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Kobanê Fewziyê Ebdî jî tevlî civînê bûn.

Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir û piştre Felek Yûsif axivî.

'QALA GIRÎNGIYA KONGREYA NETEWEYÎ HATE KIRIN'

Piştre Hîva Erebo axivî û destnîşan kir ku ev demeke ji bo Kongreya Jinên Kurdistanî kar tê kirin û herî dawî weke gava destpêkê civîneke berfireh bi amadebûna nûnerên hemû jinên Kurdistanî li Silêmanî hate lidarxistin.

Erebo wiha pê de çû: "Yek ji encamên wê civînê ew bû ku li her parçeyekî Kurdistanê komîteyeke were avakirin û ew komîte li parçeyê ku lê dimîne dest bi xebatên ji bo amadekirina Kongreya Jinên Kurdistanî bike. Ji bo Rojavayê Kurdistanê jî, komîteyek ji 20 kesan hate avakirin. Ev komîte dest bi lidarxistina civînan ji jinan re kiriye û serdana hemû rêxistin û saziyên jinan dike û ji wan re girîngiya lidarxistina Kongreya Neteweyî vedibêje."

Hîva anî ziman ku Kongreya Jinên Kurdistanî ji bo hemû jinan girîng e, ji ber vê yekê jî pêwîst e her jinek piştgirî bide vê kongreyê.

Di dawiya civînê de, jinên Kobanê teqez kirin ku ew ê piştgirî bidin Kongreya Jinên Kurdistanî.