Doza kuştina Yeter Polat, bi rûniştina îro dewam kir

Doza li dijî Mehmet Emîn Pehlîvan hate vekirin, bi rûniştina îro dewam kir.

Doza têkildarî kuştina jina Kurd Yeter Polat, ku par meha Kanûnê ji aliyê hevserê xwe ve hate kuştin, îro bi rûniştina duyemîn dewam kir. Rûniştina dozê li Dadgeha Eyaletê ya Berlînê hate dîtin. Di rûniştinê de xwişkên Yeter Polat û komek ji jinan weke guhdar amade bûn. Dozger dixwaze, li gorî axla 211. a Qanûna Ceza ya Elman, cezayê girtina heta bi hetayê li Mehmet Emîn Pehlîvan were birîn. Şik û guman heye ku Pehlîvan beriya hevsera xwe Polat bi kêrê bikuje, di ava germ de êşkence lê kiriye û dest avêtiye wê.

WÊNEYÊN SARAY Û YETER BI HEV RE

Meclîsa Jinê DEST DAN jî li ber avahiya dadgehê mîtîngeke protestoyî li dar xist. Jinên ji Yekîtiya Sosyalîst û saziyên jinan ên Elman beşdarî çalakiyê bûn. Di mîtîngê de wêneyên Yeter Polat û Saray Guven a ji Dersîmê ku li Frankfûrtê hate ukştin, hatin hildan. Çalakgeran dowîzên bi nivîsa "Yeter bi tenê nîne", "Na ji şîdeta mêr re", "Em ê hesabê Yeter û Saray bipirsin" hildan. Qisekeran jî kuştina jinan şermezar kirin û bang li hemû jinan kirin ku xwe biparêzin. 

Rûniştina doza têkildarî kuştina Yeter Polat ji bo 12'ê Îlonê hate taloqkirin. Meclîsa Jinê DEST DAN û Yekîtiya Jinên Sosyalîst ragihandin ku wê heta dawiyê dozê bişopînin.