TJA li Wanê dest bi rêzeçalakiyan dike

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew ê li Wanê dest bi rêzeçalakiyan bike.

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew ê li Wanê û navçeyên wê dest bi rêzeçalakiyan bikin. Wê çalakiyên TJA’yê ji 11’ê Îlonê destpê bike û heta 5’ê Mijdarê bidome.

Bernameya çalakiyên TJA'yê  wiha ye:

*Di 11'ê Îlonê saet di 13:00'an de wê li ber avahiya DBP'ê hevdîtina jinan pêk bê.

*Di 14'ê Îlonê saet di 17:00`an de wê çalakiya nobetê dest pê bike.

*Di 3'ê Cotmehê de li navçeya Artemêtê ya Wanê bi tevlîbûna Parlementerên HDP'ê Mizgîn Irgat, Dîlek Ocalan û Bedîa Ozgokçe wê panel were lidarxistin.

* Di 5'ê Cotmehê de li navçeya Erdîşê wê panêl bê lidarxistin. Parlementerên HDP'ê Bedîa Ozgokçe, Pervîn Buldan û endamên Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Newroz Ûysal û Zahîde Besî wê beşdarî panêlê bibin.

*Di 21'ê Cotmehê de li navçeya Tûşbayê jî bi beşdariya parlementer Bedîa Ozgokçe û Leyla Bîrlîk wê panel bê lidarxistin.

*Di 5'ê Mijdarê de li navçeya Îpekyolû jî bi beşdariya parlementerên HDP'ê  Leyla Bîrlîk û Dîlek Ocalan wê panel bê lidarxistin.