Jin bi awayekî kolektîf amadekariya zivistanê dikin

Li navçeya Rezanê jin li ber germahiya Amedê agir pêdixin helîse(Babaqannûç) çêdikin û bi awayekî kolektîf ji aliyekî ve jî îsot û balîcanan vedikin ji bo ku hişk bikin û zivistanê bînin ser sofreyên xwe.

Li navçeya Rezanê jin li ber germahiya Amedê agir pêdixin helîse(Babaqannûç) çêdikin û bi awayekî kolektîf ji aliyekî ve jî îsot û balîcanan vedikin ji bo ku hişk bikin û zivistanê bînin ser sofreyên xwe.

Li navçeya Rezanê ya Amedê jin li hemberî zor û zehmetiyan têdikoşin û bi awayekî komunal di germahiya havîna Amedê de li ber agir helîse(Babaqannûç) çêdikin. Her wiha jin ji bo amadekariya zivistanê ji aliyekî ve jî  îsot, balîcanan ji bo hişkirinê amade dikin. Jin bi vê hewldana xwe çanda Kurdewar a kevnar jî dijin jiyîn.

ÇANDA KEVNAR A KOMUNAL

Ji jinên ku bi vê xebatê çanda kevnar a Kurdan ya komunal didin jiyîn jî yek jê Namîe Yaşar e. Naîmeyê got ku jin di hemû qadên jiyanê de li dijî zahmetiyan têdikoşin û got: "Em hînî zehmetiyan bûne. Em jin li her qadan kedê didin. Her çiqas keda me neye dîtin jî em têdikoşin. Li vir em li ber germahiya havîna Amedê agir pêdixin û helîse(babaqannûç) çêdikin. Em saetên serê sibehê zû radibin agir pêdixin û dest bi biraştina balîcanan dikin. Her wiha em ji aliyekî ve jî ji bo zivistanê bacanên reş û îsotan ji bo  hişk bikin vedikin. Em her sal van çaxan ji bo zivistanê vî karî dikin û ev jî me gelek kêfxweş dike. Ev kar ji bo me kêfxweşiyeke jî di heman demê de ji ber ku em jin li hev kom dibin.”

‘JIN HÊZÊ DIDIN HEV’

Naîmeyê bal kişand ser hevkariya jinan û anî ziman ku jin ji hev hêzê digirin û domand: “Em jin tên cem hev ji bo amadekariya zivistanê  têra xwe bacanên reş dipijînin û ev tişt jî me gelek kêfxweş dike. Ji ber ku derfetên me çênabin em bi hev re sohbetê bikin. Her wiha gava ku em karê xwe dikin alîkariya hev jî dikin. Em naxwazin ku têkiliya jinan ji hev qur bibe. Ji ber vê jî hêviya me ew e ku jin her tim bi hev re bijîn.”