Gelo Celîle Elalmiş ji aliyê 'Hêzên Taybet' ve hatiye kuştin?

Jina bi navê Celîle Elalmiş di 3’ê Îlonê de li gundê Yukariocak ê Şemrexê hate kuştin. Xizmên Elalmiş ku hîna rapora wê ya otopsî nehatiya eşkere kirin, diyar kirin ku roja bûyer qewimî, Hêzên Taybet li  herêmê nobet digirtin.

Jina bi navê Celîle Elalmiş a 35 salî di 3’ê Îlonê de li gundê Yukariocak a girêdayî navçeya Şemrexa Mêrdînê gava bêrîvan ji bêriyê vedigeriyan, mirî dîtin.  Elalmîş a jinan dît, ji bo otopsiyê cenazeyê wê şandin Amedê. Celîle Elalmîş di heman şevê de anîn gund û hat defin kirin. Rapora Elalmîş hîna nehatiye aşkerakirin.  

GULEYEK LI SÎNGA WÊ KETIYE Û DI PIŞTA WÊ RE DERKETIYE!

Xizmên Elalmiş ku cenazeyê wê girtin û birin nexweşxaneyê, diyar kirin ku guleyek di singa wê de lê ketibû û di pişta wê re derbas bûbû. Xalê Elalmiş da zanîn ku bi vê guleyê Elalmiş jiyana xwe ji dest daye û wiha axivin: "Li gel 4 roj di ser bûyerê re derbas bû jî hîna rapora otopsiya wê nehatiye eşkere kirin. Divê demildest rapor bê eşkerekirin. Jinên bêrîvan ên ji bêriyê vegeriyan gund, qala bûyerê kirin. Em jî demildest çûn cihê bûyerê, lê em dereng man. Guleyek tenê li sînga wê ketibû û di pişta wê re derketibû. Em dixwazin bûyer bê ronîkirin. Em nizanin gule ji kîjan alî ve hatiye, lê li pêşberî cihê bûyerê, Hêzên Taybet nobet digirtin.  4 roj in hîna rapora otopsiyê derneketiye. Em ê bi ti awayî destûr nedin ku li ser bûyerê bê girtin. Em ê şopdarê bûyerê bin."

Hat zanîn ku Şaxa ÎHD'ê ya Mêrdînê jî bûyerê dişopîne. Ziyaretên taziyeya ji bo Celîle Elalmiş hat danîn jî hîna didome.