Jinên HDP'yî: Karkerên Kurd ji ber polîtîkayên AKP'ê tên kuştin

Meclîsa Jinan a HDP'ê diyar kir, polîtîkayên AKP/Qesra Erdogan bûne sedem ku karkera demsalî PerÎhan Akin bi êrîşeke nîjadperestî bê kuştin.

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li ser kuştina Perîhan Akin ku li Samsûnê di dema kar de bi êrîşeke faşîst hate kuştin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Karkeriya çandiniyê ya demsalî, weke diyardeyeke dîrokî, civakî-aborî veguheriye pirsgirêkek bingehîn a welêt. Dema ku aliyên etnîsîte, civakî, zayendî û çînî ya karkeriya çandiniya demsalî bê nirxandin, wê were dîtin, ku ev yek encama polîtîkaya dewletê ya bi zanebûne."

Meclîsa Jinan bi bîr xist, ku herî dawî karkera çandiniyê Perîhan Akin a ji navçeya Wêranşar a Rihayê, li taxa Bafracali ya navçeya Terme ya Samsûnê di êrîşeke faşîstan de jiyana xwe ji dest da. Ev êrîş ji jinbûn, Kurdbûn, karkerî û kedkariya Perîhan Akin û ji polîtîkayên dewleta AKP/Qesra Erdogan cihê nîne."

Meclîsê destnîşan kir, ku kuştina Perîhan Akin bi zanebûn hatiye kirin û berpirsyarê bingehîn ê vê êrîşa plankirî, hikumeta AKP'ê ye.

'EM DENGÊ XWE BILIND BIKIN'

Di dawiya daxuyaniya Meclîsa Jinan a HDP'ê de hat gotin, "Jin wê li hemberî van êrîşên polîtîk û plankirî têkoşîna xwe bidomînin û li pêşberî êrîşa ku Perîhan Akin qetil kir, bêdeng nemînin. Ji aliyê siyasî, civakî û hiqûqî ve em ê heta dawiyê vê bûyerê bişopînin.

Em bang li hemû jinan dikin, ku li dijî dewleta bi serdestiya mêr, li djî polîtîkayên dijminatiya li ked, zayend û nîjadperestiyê û li hemberî hemû êrîşan têkoşîna xwe geş bikin û dengê xwe bilind bikin."