Meclîsa Jinan a HDPê: Em xwedî li vîna jinê derbikevin

Meclîsa Jinan a HDP’ê, hemû jin vexwendin nasandina kampanyaya ku li dijî tecrîda giran ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û şîdeta li ser jinan hatiye destpêkirin ya di 11’ê îlonê de.

Meclîsa Jinan a HDP’ê, di çarçoveya kampanyaya di 13’ê Tebaxê de li dijî şîdeta li hemberî jinê û tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dabûn destpêkirin gelek çalakî pêk anîn.  Nasandina kampanyaya ku wê heta 25’ê Mijdarê Roja Piştevanî û Têkoşîna Li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinê ya Navnetewî wê bidome, di 11’ê îlonê de saet di 17’an de li Şanoya Kenter pêk tê.

LI TAXAN WÊ CIVÎN PÊK WERIN

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîrê jî anî ziman ku ew dijminahiya li dijî jinê ya hikûmeta AKP’ê ev 16 sal in derxistiye holê qebûl nakin û gotin divê çarçoveyê de starta kampanyaya siyasî dane.

Meclîsa Jinê ya HDP’ê di çarçoveya kampanyayê de civînên gel û panelan organîze dike.  Li taxan wê gelek çalakî û bername pêk bên. Bi taybet li dijî polîtîkaya siyasetê bê jin bihêle ya AKP’ê, wê bikevin tevgerê û  li dijî girtina parlamenter, hevşaredar û hevserokan, wê xwedîderketina li siyasetê bê rêxistinkirin.

DI 11’Ê ÎLONE DE LI ŞANOYA KENTER

Meclîsa Jinan a HDP’ê bang li hemû jinan kirin ku li dora partiya jinan HDP’ê bibin xelek û li dijî siyaseta AKP’ê zêdetir di siyasetê de cih bigirin. Her wiha hemû jin vexwendiyên nasandina kampanyayê ya di 11’ê îlonê de saet di 17’an de li Şanoya Kenter pêk tê kirin.