Hevseroka TEV-Dem'ê ya bajarê Kobanê Eyşê Efendî û endama PYD`ê Rewşen Ebdê mijara hilbijartinên Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê nirxandin û wiha gotin: "Armanca me ji avakirina Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê ew e ku hemû gelên herêmê bi rengên xwe bi hev re danûstandinê bikin. Ji xwe wê bi Pergala Federaliya Demokratîk hîn zêdetir wekhevî û azadî li vê herêmê serwer bibe, ji ber ku di vê pergalê de nirxên mirovahiyê hene."
Jin bi hezaran salan e ku ji gelek mafên xwe yên jiyanê hatiye bêparkirin, lê bi şoreşa Rojava re û bi fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re jinê bi têkoşîna xwe ya bêhempa di qadên civakî, leşkerî û dîplomatîk de bû xwedî destkeftiyên girîng. Di ragihandina Pergala Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê de jî jin bi risteke girîng rabûye. Jixwe tevlîbûna jinê ya li nav hilbijartinên federaliyê şanseke mezin e ji bo tevahî jinan. Têkildarê tevlîbûna jinan a li nav hilbijartinên Federaliya Bakurê Sûriyê Hevseroka TEV-Dem'ê ya bajarê Kobanê Eyşê Efendî û endama PYD'ê Rewşen Ebdê nirxandinên giring kirin.
'ÊDÎ JIN DERBASÎ QADA SIYASÎ DIBIN'
Hevseroka TEV-Dem'ê Eyşê Efendî da zanîn ku li Rojava-Bakurê Sûriyê jinan ji 50 ji sedî di kar û xebatan de cih girtine û wiha dom kir: "Jin tevlî siyasetê, tevlî pergala Hevserokatiyê bûne. Projeya hevserokatiyê ya ku niha li Rojava hatiye rûniştandin, projeya Rêber Apo ye. Vê projeyê di nava civakê de gelek guhertin dan çêkirin. Bi teybet di milê pergala hevserokatiyê de, rêjeya ji 50 ji sedî dihêle ku di warê siyasî de guhertinek mezin çêbibe. Ev jî dihêle ku jin ne tenê di çarçoveya malê, çêkirina xwarinê û xwedîkirina zarokan de bimîne, tê wê wateyê ku jin êdî wê civak bi xwe be. Jixwe jin ji van sînoran derbas bûye û cihê xwe di her qada xebatê de digire. Wê ev projeya hevserokatiyê di nava Pergala Federaliya Bakurê Sûriyê de jî cih bigire."
ÊRÎŞÊN ÇETEYAN ÊN LI SER JINAN
Eyşê Efendî bal kişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser jinan û wiha got: "Li Rojavayê Kurdistanê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê herî zêde li ser jinan dihatin meşandin. Lê ya ku herî zêde li dijî van çeteyan li ber xwe da jin e. Jinê di milê siyasî, rêxistinî, civakî û bi taybet di warê leşkerî de xwe îsbat kirin. Bi taybetî di berxwedana Kobanê de berxwedana jinê derkete pêş. Ev cara yekê ye ku jin derbasî qada siyasetê dibe. Li Ewrûpayê cara yekem bû ku hevserokên PYD'ê û Fermandara YPJ'ê derbasî qesra Elysee bûn ku li wir mijarên siyasî û leşkerî hatin nirxandin, ev jî gavekî giring e ji bo jinan.
'BÊYÎ JINAN TI KAR NAYÊ KIRIN'
Eyşê Efendî da zanîn ku bêyî jinan kar baş nayên kirin û jina perwerdekirî wekî avakara civakeke bi hêz destnîşan kir û wiha got: "Jin niha di meclis û komînan de jî cihê xwe digire, jixwe karê ku jin tê de nebe nîvco dimîne û zêde nayê birêvebirin. Jinê di gelek qadan de gavên giring avêtin, jixwe jina perwerdekirî û zana dikare civakê bi awayekî rast bi rê ve bibe. Dibe me jinan gelek tişt bi dest ve anîbin, lê bi bandora perwerdeya rêjîmê ya li ser civakê her wiha bandora pergala bavaksalarî ya pênc hezar salî, hîn jî jin rastî li zehmetiyên jiyanê tê. Bi demê re, di pergala komîn û meclisan de wê dîsa perwerde bên dayîn, jixwe di hilbijartinên pêşiya me de wê 50 ji 100’î jin hevserokatiya hemû saziyan bike."
BI PROJEYÊN ME ARAMÎ TÊNE JIYÎN
Her wiha endama PYD`ê Rewşen Ebdê jî behsa şerê li Sûriyê û projeya Bakurê Sûriyê kir : "Di nava van şeş salên dawî de şerekî mezin li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bûye. Hêzên rejîma Baas û komên neteweyî yên biçûk ên herêmê hemû li nav hev ketin û tevlîhevîyek derket holê. Lê li Rojava-Bakurê Sûriyê ji ber ku projeyeke me ya rêxistinî hebû, niha aramî û rehetiyek tê jiyîn. Fedekarî û alîkariya gel a bi hêzên leşkerî re, hişt ku projeya me bi ser bikeve û jiyan ji nû ve were avakirin. Mînak Kobanê piştî ew qas talan û wêrankirina terorê, niha dîsa jiyan diherike û di nava du salan de em gihiştine astekî pir bilind ji avakirinê. Li seranserî Sûriyê hem di warê leşkerî û hem di warê siyasî de rewşa me pir baş e, îro hêza me dikare paytexta DAÎŞ'ê hilweşîne, herêmên bin destê çeteyan de jî her ku diçe tên rizgarkirin, ev hemû bi alîkariya gelê me ye. Armanca me di avakirina Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê de ew e ku hemû gelên herêmê bi rengên xwe bi hev re danûstandinê bikin."
'GEL BI XWEŞBÎNÎ HILBIJARTINAN PÊŞWAZÎ DIKE'
Ebdê diyar kir ku di dema pêşiya me de wê hilbijartin werin lidarxistin û wiha got: "Li pêşiya me hilbijartin hene, gel pir bi xweşbînî lê dinêre û hîn ji niha ve destek dike. Beriya niha em sê Kanton bûn, lê niha em şeş kanton in,ango tevahî Bakurê Sûriyeyê. Her kes di salên dawiyên de aramî û aştiya li Rojava-Bakurê Sûriyê dibîne. Jixwe wê bi Pergala Federaliya Demokratîk hîn zêdetir wekhevî û azadî li vê herêmê serwer bibe, ji ber ku di vê pergalê de nirxê mirovatiyê heye. Herêmên din jî vê yekê baş dizanin, jibo vê ew pergala Federaliyê biser bikeve, wê bibe nimûneyek ji bo Sûriyê û tevahî cîhanê. Li Rojhilata Navîn tevlîheviya şer pir zêde ye, ev projeya me wê bi ser bikeve û Rojhilata Navîn jî ji vê aloziyê derxe. Wê li şûnê jiyaneke hevpar û hev qebûlkirinê ya pir zimanî û pir rengî were avakirin ku tê de mafê mirovan tê parastin."