Tûncel: Li vê derê, hiqûqa rejîma nû ketiye meriyetê

Hevseroka DBP’ê Sebahat Tûncel a ku ev 10 meh in girtî ye, ji ber ku bi armanca piştgiriyê bide çalakiya Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça meha Tîrmehê ket greva birçîbûnê, ji bo 2 mehan spor lê hatiye qedexekirin.

Hevseroka Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Sebahat Tûncel, ji ber ku 4'ê Mijdara 2016'an de xwestibû darbeya siyasî ya li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) protesto bike û pêvajoya girtina Hevşaredarên Başarê Mezin a Amedê Gulten Kişanak û Firat Anli bişopîne li ber Edliyeya Amedê hatibû binçavkirin û piştre jî hatibû girtin. Tûncel ji girtîgehê nameyeke nû şand.
 
Sebahat Tûncel, ku 10  meh in girtî ye bi minasebeta cejnê ji Girtîgeha Kandira Hejmara 1'ê ya Tîpa F nameyek şand û diyar kir ku tecrîda li ser wan dewam dike.
 
CEZAYÊ GREVA BIRÇÎBÛNÊ

Sebahat Tûncel diyar kir ku ew ji ber bi armanca piştevaniya bi Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça re ketiye greva birçîbûnê ji bo du mehan spor lê hatiye qedexekirin û ew hêvî dike ku di hefteya bê de wê karibe derkeve sporê û bi jinên din re têkiliyê deyne.

HIQÛQA REJÎMA NÛ KETIYE MERIYETÊ

Tûncel ragihand, ku li welatekî jiyan li mirovan tê qedexekirin qedexekirina sporê ya li dijî wê ti wateya wê tine ye û ev tişt got: "Ez ê ji bo biryarê îtîraz bikim ji bo ku ez hevalên li vê derê karibim bibînim. Hiqûqa rejîma nû li vir ketiye meriyetê."