Edîtora JINHA'yê ya bi KHK'ê hat girtin Zehra Dogan ku ew jî li girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtiye, bi endama KJA'yê Sara Aktaşê re ku ew jî di heman girtîgehê de ye hevpeyvînek pêk anîn. Sarayê diyar kir ku jinên li dijî fermanan li ber xwe dane, şîfreyên azadkirina jinên cîhanê û Rojhilata Navîn jî dane.
Sarayê bal kişand ser polîtîkayên zextê yên li jinan ên li girtîgehê tên kirin û wiha got: "Zextên dewletê li hundir jî didome. Lê rastî ev e ku zilm li dijî gel û berxwedana rûmetê ti carî bi ser neket. Li derve, li girtîgehê em ê bi can, xwîn, bawerî û îradeya xwe berxwedana xwe bidomînin.
3'ê Tebaxê de 4. salvegera komkujiya Êzidiyan bû. Bi vê wesîleyê TJA'yê kampanyeyek da destpêkirin. Hûn van rêbazên hov yên li ser jinên Êzidî pêk hatin çawa dinirxînin?
Di 3'ê Tebaxa 2014'an de li ber çavê hemû cîhanê DAIŞ'ê êrîşê Şengalê kir. Hewl hat dayîn warê civaka Êzidî bê dagirkirin. Jinên Êzidî ketibû ser rêya koçberiyê. Dest diavêtin wan, dîl hatin girtin û weke kole hatin firotin. Lê tiştên li wir hatin kirin, di nava jinên Êzidî de rê li ber çandeke berxwedanê vekir.
Li aliyekî din jin yekemcar bi vê hovîtiya ku DAIŞ'ê nîşan daye re nehatine rû hev. Jinên organên wan tên jêkirin û bedena wan tên teşîrkirin, rastî hovîtiyên mezin hatine. Her çiqas ev li Êzidxanê bê kirin e stratejiyeke şerê bi kok e. Ev pêkanînên dij exlaq ên li Şengalê û Rojava hatin kirin, teşeyên êrîşên ku mirovan ji xwe şerm dikir bû. Lê tenê ji warê wan kirin, koçberkirin têr nedikir. Yanî ne tenê serî tewandin, xwestin hesta nasnameyê jî bişikînin. Ev cureyên zalimane, nîşandana hêzê ya ji rêzê bû.
Hûn asta têkoşîna di şexsê jinên Êzidî de pêk hatiye çawa dinirxînin?
Li hemû cîhanê di seranserê dîrokê de li dij qirkirin, nîjadperestî û koledariyê derketin çiqas rewa û exlaqî be, li Şengalê jî xweparastina jinan jî rewa ye. Daxwaza edeletê ya jinan ya ti car têk neçûye her tim bi ser ketiye. Li Şengalê jî şiyarbûna jinan veguheriye hêza têkoşînê ya bi îrade.
Têkoşîna jinan a li Êzidxanê ku YPJ Şengal ava kirin û berxwedan, bi edelet û maf re eleqeder e. Şerkirin wateya parastina rewa qezenc kiriye. Alaveke û hewcedariyeke. Parastina mafên jiyan û hesasiyetên mafdar ên pîroz in. Şerê rewa yê hatiye nîşandan, li dijî çeteyan qîrîna berxwedan û serketinê ye.
Li gorî we êrîşên li Şengalê çima ewilî li dijî jinê hate kirin?
Çend sedemên van êrîşan hene. Li cîhanê û bi taybet jî li Rojhilata Navîn tê xwestin ku jin bên kolekirin, tinekirin. Wek êrîşa li Şengalê baweriyên cîhanê yên olî wek hêmayeke baweriyê namînin û ewil li jinan dixinînin bandorek mezin li ser jiyana wan dike. Çeteyên êrîşkar yên DAIŞ'ê jî ev rêbaz pêk aniye. Ya sêyemîn jî beriya van êrîşa hêza rêxistinkirî ya jinên Êzidî tine bû.
Hûn bandora têkoşîna jinên li Şengalê çawa dibînin? Çi peyam dan jinên cîhanê?
Berxwedana jinên li Şengalê nîşan daye, ji bo mîrateya hemû jinan nirxeke ahlaqî daye qezenckirin. Wek jinên Kurd berxwedana li wir hatiye dayîn jin ji pozîsyona mexdurbûnê û qurbaniyê derxistiye. Hem li her qadê xwe azad kirine, qeder û paşeroja xwe diyar kirine û bûne pêşengên avakirina pavajoya şoreşger a civakî. Li aliyê din jî bi îdiaya azadbûnê û stratejiyên xwe ne tenê yên jinên Kurd û Êzidî şîfreyên azadiyê yên hemû jinê cîhanê dane. Bi vê jî sînor nemane, hêviya berxwedanê ya li dijî hêzên hov bi hemû jinên cîhanê re ava kiriye.
Li aliyê din jî nîşan dane ku hinceta wan ya şer ji ya mêran çiqas cudaye. Wisa ye ku jin şer bi hestên kîn û tolgirtinê hilnaberîne. Li ser esasê xweparastinê, bi wijdan û exlaq dimeşînin.
Hûn bi salan di girtîgehê de man û niha ji ber xebatên ji bo azadiyê we meşandiye hûn girtî ne? Hûn têkoşîna li hundir û derve çawa dinirxînin?
Derve jî êdî veguheriye girtîgeheke mezin. Yên li derve serî natewînin digirin girtîgehê biçûk. Ji ber vê jî her jina di lêgerîna azadiyê de, serî natewîne tê hedef girtin. Di demên dawî de em agahiyên êrîşên li dijî berxwedana jinên li girtîgeha Tarsus, Wan û Elezîzê digirin. Ev êrîş ne tenê şîdeta fîzîki ye. dibêjin ‘hunê teslîm bibin'. Dibêjin hebûna xwe înkar bikin, poşman bibin. Serî bitewînin. Hêza ji rêzê ya desthilatdariyê ya li derve li hundir jî tê meşandin. Lê ev rastiyeke; Zilm wê ti car li dijî berxwedana bi rumet û mafdar bi ser nekeve. Em ê berxwedana xwe di her şert û mercî de mezin bikin. Ez bang li hemû saziyên civaka sivîl, rêxistinên jinan û kesên xwedî wijdan dikim ku deng bidin hovîtiyên li girtîgehên Tarsus, Wan û Elezîzê.