Qatilê Saray Guven bêdeng e!
Zelal bû ku cenazeyê jina li nav daristanên bajarokê Munster ê Elmanyayê hate dîtin ê Saray Guven e. Hayreddîn Tandogan ê qatilê Guven e ku hate binaçavkirin bêdengî e.
Zelal bû ku cenazeyê jina li nav daristanên bajarokê Munster ê Elmanyayê hate dîtin ê Saray Guven e. Hayreddîn Tandogan ê qatilê Guven e ku hate binaçavkirin bêdengî e.
Dozgeriya Frankbûrtê, diyar kir ku cenazeyê li nava daristana bajarokê Munster ê li navbera bajarê Frankbûrt û Darmstadê di saetên şevê de hate dîtin ê Saray Guven a Kurdistaniyê ye.
Saray Guven a 47 salî û diya 3 zarokan e ya ku li Frankfûrta Elmanyayê dijî, di 20’ê Tebaxa 2017’an de dema ji kar vedigeriya, di rê de telefonî zarokên xwe kir û diyar kir ku ew niha vedigere malê. Lê careke din tu agahî jê nehate stendin.
DOZGERÎ: LÊPIRSÎN DEWAM DIKE
Cenzeyê Guven li nav daristanên Munser ê 37 km ji navenda bajarê Frankfûrtê dûr, ji aliyê kesekê ku dema digeriya ve hate dîtin. Dozger ê ku encama otopsiya yekem eşkere kir, agahiyên têkildarî bê ka çawa Guven hatiye kuştin ji ber selametiya lêpirsînê eşkere nekir.
Dozger destnîşan kir Sarya Guven a Dersimî bûye qûrbanê cînayetekê, anî ziman ku lêpirsîn didome û heta ku bi encama bibe wê ti daxuyanî neyê dayîn.
Hayreddîn Tangoang ê 51 salî ku herî dawî li gel Guvenê li Frankfûrtê hatiye dîtin û 26’ê Tebaxê li bajarê Colmar ê Fransayê hate binçavkirin, li pêşberî pirsên polîsan mafê bêdengiyê bikar aniye.
WÊ KUJER RADESTÎ ELMANYAYÊ BÊ KIRIN
Têpayîn ku Tandogan di rojên pêşiya me de radestî Elmanyayê bikin. Keça mezin a Sarayê Dîlan Bengî ku piştî windabûna diya wê ji ANF’ê re axivî bû wiha gotibû:
“Roja Yekşemê got va ye ez têm malê, lê careke din me xwe negihand wê. Me wesayîta diya min li kuçeyeke jêrî mala me dît. Me di heman rojê de haya polîsan jê çêkir. Polîsan wesayît birin, li şopê digerin. Ez dizanim ku di demên dawîn de hinek kes li ser facebookê diya min aciz dikir. Ji ber vê jî diya min rûpela xwe yê facebookê girtibû.”