Cenazeyê şehîd Îbrahîm El Necim li Tebqayê hat veşartin
Şêniyên Tebqayê cenazeyê şervanê QSD′ê şehîd Îbrahîm El Necîm veşartin û peyama heta şikandina êrîşên dagirkeriyê wê têkoşînê mezin bikin, dan.
Şêniyên Tebqayê cenazeyê şervanê QSD′ê şehîd Îbrahîm El Necîm veşartin û peyama heta şikandina êrîşên dagirkeriyê wê têkoşînê mezin bikin, dan.
Cenzayê şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) şehîd Ebû Hîlal (Îbrahîm El Necim) bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Tebqayê hat veşartin.
Bi sedan xelkê kantona Tebqa, koçberên Şehba û Efrîn, endamên saziyên sivîl û xizmetguzarî beşdarî merasîma cenazeyê şehîd Ebû Hîlal (Îbrahîm El Necim) bûn.
Di merasîmê de Hevserokê Meclisa Rêveber a kantona Tebqayê Ehmed El Omer sersaxî da malbata şehîd û tevahî şehîdên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bîr anîn û got: "Em îro li tevahî eniyan ji bo parastina projeya demokratîk a li herêmê berxwedaneke mezin û destanên lehengane dibînin."
El Omer wiha domand: "Em careke din li beramber astengiyên mezin bi sekneke xurt disekinin heta ku serketinê qezenc bikin."
Li aliyekî din jî rêveberê Kongreya Îslama Demokratîk a Tebqayê Bozan Hemo axivî û got: "Xweda jî şehadet xistiye cihê herî pîroz."
Rêvebera Meclisa Leşkerî ya Tebqayê Şêrîn Mûsa soza şopandina rêça şehîdan heta pêkanîna serkeftinê dubare kir û got: "Em deyndarê şehîdan in. Em ê ji bo pêkanîna armancên wan tê bikoşin, dijmin têk bibin û xaka xwe rizgar bikin."
Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hate kirin.