Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ya li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê didome.
Di çalakiya vê hefteyê de ku ji 25’ê Çileya 2021’an heya niha hemû rojên Çarşeman tê lidarxistin, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin û çalakvan ji dewleta Îranê daxwaz kir ku demildest cezayê darvekirinê yê li rojnamevana Kurd PexşanEzîzî hatî birîn, betal bike.
Di çalakiyê de bi boneya 13’emîn salvegera şehadeta damezrînerê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Xebat Dêrik, di şexsê wî de ji bo hemû Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyekê rêz hate girtin.
Veysel Kûşkanadi li ser navê komîteya çalakiya Cenevreyê axivî. Veysel Kûşkanadi di destpêka axaftina xwe de Xebat Dêrik bi bîr anî û got: “Xebat Dêrik yek ji wan pêşengan e ku di damezrandina bingeha şoreşê de xwedî roleke girîng e. Ji bo ku gelê herêmê hebûna xwe biparêze, artêşek ava kir û ev artêş girêdayî bingeha xwepastinê xurt kir. Bi saya fedekariya wî wî û bi hezaran şehîdan, îro li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destkeftî hatin bidestxistin û ev destkeftî hê jî tên parastin.’’
Veysel Kûşkanadi anî ziman ku di êrîşên hewayî yên SIHA’yên dewleta Tirk ên di 40 rojên dawîn de 92 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 43 sivîl jî birîndar bûne. Kûşkanadi da zanîn ku ev êrîş têkildarî tecrîda li ser Rêber Apo ya ji 25’ê Adara 2021’an heya niha ne û wiha pê de çû: “Em dubare diyar dikin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd û şerê li Kurdistanê û aşitiya Rojhilata Navîn girêdayî hev in. Birêz Abdullah Ocalan bes ne ji bo gelê Kurd di heman demê de ji bo aşitî, demokrasî û xwişk-biratiya li Rojhilata Navîn bûye sembol.’’
Kûskanadi bal kişand ser polîtîkayên darvekirinê yên dewleta Îranê û ji dewleta Îranê xwest ku demildest biryara cezayê darvekirinê ya derheqê rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî de hatî birîn, were betalkirin. Bi domdarî Kûşanadi wiha got: “Jinên ku li dijî biryarên darvekirinê yên dewleta Îranê li ber xwe didin, di dadgehê de bi gotina, ‘Em ji darvekirinê natirsin, em ji jiyaneke bêrûmet ditirsin’ helwesta xwe nîşan dane. Ev helwest ji Rojhilat heya Rojava, ji Bakur û heya Başûr belavî hemû Kurdistanê bû. Dengê Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî bûye dengê me hemûyan. Bi ruhê xeyala Ehmedê Xanî û azadiyê, dem dema yekîtiya li dijî polîtîkayên darvekirinê yên dewleta Îranê ye. Divê em hemû bi hev re li dijî polîtîkayên zext û darvekirinê li ber xwe bidin û azadiyê biparêzin.”
Piştre Endama Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) Yekbûn Guneş axivî. Guneş têkildarî pêvajoyê axivî û got ku polîtîkayên înkar û tunekirinê yên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurdistanê bi awayekî bê navber berdewam dikin. Yekbûn Guneş diyar kir ku dewleta Tirk ev demeke ji bo dagirkirinê êrîşî Tişrînê dike û got: “Ev êrîşên li dijî destkeftiyên Rojava tên kirin, ji aliyê tevgera me ve hemû caran hatiye ragihandin ku li dijî hemû gelê Kurd û bi taybetî jî li dijî şoreşa jinan e. Van rojan ku têkildarî Komkujiyên Parîsê di serî de Fransa li gelek navend û bajarên Ewropayê ji bo çalakiyên protestoyê amadekarî tên kirin, divê gelê me bi heman ruhê seferberiyê xwedî li destkeftiyan derkeve, piştgiriya gelê Rojava bike û geşadanên li herêmê rû didin, bi raya giştî re parve bikin. Em jî bi heman berpirsiyariyê xwedî li Şoreşa Jinan a Rojava derdikevin û divê li qadan bi rengên xwe dengê xwe bilind bikin.’’
Kurdistaniyan heta saet 17.00’an çalakiya xwe ya rûniştinê domand.