Mirinên jinan ên bi guman ku jê re ''întîxar' dibêjin

Jina ku bi îdiaya întîxarê li Qoserê rakirin nexweşxaneyên mirina wê ya mêjî wê pêk hat. Jina ku mirina mêjiyê wê pêk hat, tevî ku destê xwe yê rastê bikar tîne jî bi doktoran bi guman hat ku  bi destê xwe yê bi cênîka xwe de biteqîne.

Li Mêrdîna ku di demên dawî de întîxarên jinan yên bi guman tên rojevê, di rojên borî de du jin bi îdiaya întîxarê rakiribûn nexweşxaneyê. Yek 21 salî bû û mirina mêjiyê wê pêk hat.  Ya din jî 18 salî ye û rewşa wê cidiye. Her wiha heman rojê jineke din ku hat îdiakirin jehr xwariye û întîxar kiriye anîn nexweşxaneyê.  Ev mirinên biguman yên jinan ku divê baş bê lêkolînkirin, li ser wan tê girtin.

MIRINA MÊJÎ PÊK HAT

Li Mêrdînê roja ewil a cejnê jina 21 salî  ya ku navê wê diyar nebû û hat îdiakirin ku întîxar kiriye, rakirin nexweşxaneya taybet ya Cîhanpol a Qoserê.  Jina bi çekê birîndar bû gule ji aliyê çepê yê cênîka wê dikeve û li aliyê rastê derketiye.  Jina ku ji aliyê malbatê ve bi fikarek mezin anîn nexweşxanê, mirina mêjiyê wê pêk hat.  Tevî ku mirina mêjî pêk hatiye jî rewşa wê stabîlîze tê girtin.

BI ZORÊ HATIYE ZEWICANDIN

Şahidan da zanîn ku ew ji bo niha navê jinê nadin û ji van şahidan yekê diyar kir ku gotina întîxarê ya ji bo jinê biguman e û wiha got: “Di 19 saliya wê de bi zorê hat zewicandin.  Du salan zewicandî ma û wê û hevjînê xwe li hev nedikir.  Li ser vê hat mala dayika xwe.  Di cejnê de bavê wê ew nexwest û ew kir der. Di wan saetan de ev bûyer pêk hat.”

MALBAT BÊDENG E

Mijareke din ya ku ji aliyê doktoran ve biguman tê dîtin eve; Jinê di alî çepê de çek berdaye. Ji bo vê pêk bîne divê aliyê xwe yê çepê bikar bîne. Tevî ku jin destê xwe yê rastê bikar tîne çek çawa di aliyê çepê de hatiye bikaranîn. Ev bi guman e. Der barê vê bûyerê de hîna kesî îfade nedaye.

Malbat jî der barê bûyerê de agahiyan nadin.