TJA'yê li Şirnexê dest bi kampanya xwe kir

Rêxistina TJA'yê ya Şirnexê, li bajarokê Gundikê Melê dest bi kampanya xwe ya bi şiyara "Tecrîd wê têk biçe, azadî wê bi ser bikeve" kir.

Tevgera Jinên Azad (TJA) Şaxê Şirnexê, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi kampanya "Tecrîd wê têk biçe, azadî wê bi ser bikeve" kir. Kampanya ku wê li gelemperiya Şirnexê bê meşandin, li bajarokê Gundikê Melê det pê kir.

Jinên TJA'yî tevî Parlamentera Şirnexê ya HDP'yî Aycan Îrmez, Hevseroka HDP'ê ya Bajêr Zeynep Înat, Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Bajêr û Meclîsa Jinê ya DBP'ê ya Bajêr li nava malan geriyan û bi jinan re rûniştin. TJA'yê ragihand, ku betalkirina parlamenteriya Besîme Konca, Çaglar Demîrel û Leyla Zana, derba li vîna jinê û hilbijartina gel e. Jinan bal kişandin ser tecrîda li ser Ocalan û anîn ziman, rakirina wekîliya parlamenterên HDP'yî tesadûfî nîne.

Çalakiyên TJA'yê yên li Şirnexê wê dewam bikin.