TJA: Êrîşa li Samsûnê polîtîk e, divê gelê me tedbîrên xwe bistîn

TJA’yê têkildarî Perîhan Akin a ku li Samsûnê ji ber êrîşeke nîjadperest jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek weşand û diyar kir ku ev êrîşeke polîtîk e û divê gel li hemberî êrîşan tedbîrên xwe bistîne.

Tevgera Jinên Azad (TJA, têkildarî Perîhan Akin a ku li Samsûnê ji ber êrîşeke nîjadperest jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek weşand. Perîhan Akin a ji Wêranşarê ji bo xebatê çûbû Termeya Samsûnê. TJA’yê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku êrîş ne tesadufî ye û li Licê û Colemêrgê qetilbûna sîvîlan a bi SÎHA’yan bibîr xist.

Di dûmahîka daxuyaniya TJA’yê de ev tişt hate gotin:

“Êdî tehamula me nema; bi qetlîaman gelê Kurd û jinên Kurd qetil dikin û jiyana wan bêqîmet dikin. Em gazî hemû rêxistin û saziyên jinan dikin ku bila li hemberî van tiştan bihistyar bin û em dixwazin diyar bikin ku em ê şopdarê vê bûyerê bin. Em bang li gelê xwe dikin ku bila li hemberî van êrîşan tedbîrên xwe bistînin û têkoşînê geş bikin.”