Jinên Asûr û Siryan li dijî desteserkirina milkên xwe ne

Jinên Asûr û Siryan ên li Swêdê bi biryar in ku milkên wan ên ku AKP’ê desteser kiriye, bi paş ve bistînin.

Federasyona Jinên Asûr rêxistina herî girseyî ya jinên Asûr û Siryan a li Swêdê ye. Li ser desteserkirina dêr û manastirên wan, me bi wan re gotûbêjek kir.

'MUDAXELEYÎ ŞÊWEJIYANA JINAN DIKIN'

Nahrîn Zalîn a ku li Midyadê ji dayîk bûye û di temenekî ciwan de ji neçarî koçî Swêdê kiriye got ku, "Di salên 1960’î de jin bi cilên modern dikaribûn bigeriyana û êrîşî wan nedihat kirin. Lê kar û perwerdehiyê de ji ber baweriyê pêkutî li jinên Asûr dihat kirin. Ji ber şêwejiyana cihê divê jin neyên vederkirin."

'JI BO KU SIRYANAN JI AXA WAN QUT BIKIN, BI RÊK Û PÊK ZEXTÊ DIKIN'

Narînê diyar kir ku li Tirkiyeyê li ser Asûr û Siryanan pêkutî zêde bûye û ji bo ku Siryanan ji axa wan qut bikin bi rêk û pêk zextê dikin.

Nûrsel Awrohûm jî got, "Manastina Mor Gabrîel di sedsala 3’emîn de hatiye avakirin. Wê çaxê ne Tirk li wê derê bûn û ne jî Kurd. Niha jî mal û milkên me yên li wê derê desteser dikin û dixwazin me ji kokên me qut bikin."

'HETA KU MAL Û MILKÊN ME LI ME VEGERÎNIN, EM Ê TÊBIKOŞIN'

Awrohûm diyar kir ku AKP’ê ji 50’î zêdetir dêr, manastir û goristan desteser kiriye û ew ê jinên Asûr li hemberî vê zilmê bêdeng nemînin û got, "Binpêkirina mafan û milkiyetê ye. Dewlet nikare dest deyne ser eraziyên me yên bi hezar salan. Me nameyek ji AKP’ê re şand. Heke daxwazên me bi cih neyê em ê serî li ÛNESCO, Neteweyên Yekbûyî bidin û wê gelê me li Ewropayê dakevin qadan. Heta ku mal û milkên me li me vegerînin ew ê têkoşîna me bidome."