BI DÎMEN

Konvoya gel tevî êrîşên xwe gihand Bendava Tişrînê

Konvoya gel tevî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê xwe gîhand Bendava Tişrînê û nobet didome.

Dewleta Tirk a dagirker hemû qanûnên navneteweyî binpê dikê û li dijî gelên sivîl qetlîaman pêktîne. Konvoya gel tevî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê xwe gihand Bendeva Tişrînê û nobeta gel a parastina bendavê didome.

Dewleta Tirk bi balafirê bombe li herêma Bendava Tişrînê barand. Dema konvoya gel ji Kantonên Cizîr û Kobanê derket û gel bi konvoyan ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ket, nuqteyên li ser rêgeha konvoya gel hate bombekirin. Li gel bombardûmanê jî konvoyê rêwîtiya xwe dewam kir û gihîşt Bendava Tişrînê. Di bombebarana ewil de welatiyek hatibû qetilkirin û 4 welatî jî birîndar bûbûn.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê cara duyemîn welatiyên sivîl bi çekên giran û topên obusê bombebaran kir. Di encama êrîşê 3 welatî hatin qetilkirin û 19 welatî jî birîndar bûn.

Gel Serokkomarê Tirk Erdogan lanetkirin û peyamên piştevaniyê ji bo QSD’ê dan.