Jinên Ereb bi coş tevlî perwerdeyê dibin

Mamosteyên jin ên ji pêkhateya Ereb li Akademiya Şehîd Dorşîn ku tevlî perwerdeya xweser bûne û gotin, "Divê jinên Ereb fikirên vejînê nas bikin. Bi ramanê Rêber Apo xwe bi rêxistin bikin ji bo ku hêza jinên Ereb bi civakê bidin naskirin."

Li bajarokê Rimêlanê yê girêdayî Girkê Legê li Akademiya Şehîd Dorşîn, 25 mamosteyên jin ên pêkhateyên Ereb ji Kantona Cizîrê tevlî dewreya xweser a bi navê Dewreya Şehîd Rojbîn bûn. Dewre ji 17'ê Tebaxê dest pê kir û wê mehekê bidome. Di dewreyê de waneyên bîrdozî wek pergala federalî, dîroka jinê, jineolojî, rastiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, civaka xwezayî û hwd tên dayîn. Mamosteyên ku cihê xwe di dewreyê de girtine nêrîna xwe anîn ziman.

Endama dewreyê Ceyida Ezîz da zanîn ku armanca wê ji tevlîbûna perwerdeyê ew e ku zanista jin û rastiya civakê nas bike û wiha got: "Rastiya civaka me ya ku tê de bi hezar salane tundî li jinan tê kirin, heya çi astê jin xwedî li mafê xwe derdikeve, min dixwestin rastiya vê yekê nas bikim. Bi vê perwerdeyê re min rastiya gelek tiştan fêhm kir. Bi taybetî civaka Ereb, jin tê de negihiştine wê astê ku bikaribin baş xwe ji koletiyê rizgar bikin. Lê bi keda jinên Ereb û perwerdekirinê em ê bikaribin qalibên civakî hilweşînin û bibin mînakek ji her jineke Ereb re. Azadî mafê me ye jî."

'DÎROKA JINÊ WÊ LI RASTIYA XWE VEGERE'

Ceyida Ezîz destnîşan kir ku ji bo wê waneya herî balkêş waneya Neteweya Demokratîk e û wiha axivi: "Naveroka waneya Neteweya Demokratîk ew e ku divê mirov di jiyanê de bi vîn û mafê xwe azad be. Her wiha bi awayekî demokratîk di navbera hemû netewe û rengan de dûrî netewe dewletê azadiya gelan esas girtine. Bi tevlîbûna vê perwerdeyê em ê bikaribin careke din rastiya jina xwedawend vegerînin rastiya wê ya bingehîn. Hêza jinên Ereb jî heye ku civakê bidin guhertin."

'DIVÊ JINÊN EREB VEJÎNÊ NAS BIKIN'

Endama dewreyê Hediya Şêx Hesen jî diyar kir ku gelek caran hayê wê ji perwerdeya bi vî rengî çêdibû lê wê cesaret nedikir ku tevlî bibe û wiha dewam kir: "Min xwest ku jinên Ereb jî fikra nû serwer e nas bikin. Ev raman ramanên Rêber Apo ne  ku kedekê mezin ji bo jinan daye. Tişta ku herî zêde bala min kişand nêrîna  Rêber Apo ya têkildarî jinan e.  Ez jî weke jineke Ereb di lêgerîna heqîqetê de me. Fêhmkirina dîroka jinê ji bo me tiştekî girîng e. Divê jinên Ereb bi feraseta azadiyê tevbigerin, tevlî perwerdeyan bibin û asta zanebûna xwe bilindtir bikin."