'Saray Guven bi rengekî plankirî hate kuştin'
Navenda Jivana Jinê UTAMARA, têkildarî kuştina Saray Guven daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, ku Guven bi êrîşeke rêxistinî û plankirî hatiye kuştin.
Navenda Jivana Jinê UTAMARA, têkildarî kuştina Saray Guven daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, ku Guven bi êrîşeke rêxistinî û plankirî hatiye kuştin.
Navenda Jivana Jinê UTAMARA, têkildarî kuştina Saray Guven ku roja 1'ê Îlonê cenazeyê wê li daristaneke bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê hate dîtin, daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku zîhniyeta bi serdestiya mêr hê jî jinan dikuje.
Di daxuyaniyê de hat hat bibîrxistin, dayika 3 zarokan Saray Guven (47), roja 20'ê Tebaxê ji kar vedigeriya malê, lê belê piştî 13 rojan cenazeyê wê li daristaneke bi 37 kîlometreyan dûrÎ malê hate dîtin. UTAMARA got, "Saray Guven di encama êrîşeke rêxistinî û plankirî de hatiye kuştin" û wiha dewam kir:
"Ti cînayet tesadûfî nîne. Kuştina Saray Guven jî tesadûfî nîne û kuştineke sîstemî, îdeolojîk û polîtîk e. Cînayetek li dijî lêgerîn û jiyana jina azad e. Em kuştina Saray Guven û zîhniyeta ku rê li ber vê kuştinê vekiriye, şeremzar dikin."
Di daxuyaniyê de bang hate kirin ku her kes li dijî şîdeta li jinê tê kirin derkevin û xwedî li jinan derkevin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin kud ivê jin ji hêz û vîna xwe bawer bikin û xwedî li vîna xwe derkevin.