Porê girtiyan bi kêrê birrîn û piştre avêtin hucreyan

Hate hînbûn ku girtiya bi navê Bîrhat Yalçin dema bi wesayîta rîngê dibirin Girtîgeha Tîpa T ya Jinan a Tarsûsê , di rîngê de porê wê bi kêrê birrîne û bi rojan di hucreyê de hatiye girtin. 

Li girtîgeha Tîpa T ya Jinan a Tarsûsê îşkence û binpêkirinên mafan didome.  Nûçeya herî dawî hat, îşkenceya hov derdixe holê.  Bîrhat Yalçin ya di meha Tebaxê de li Edeneyê hat binçavkirin û girtin, şandin girtîgeha Tîpa T ya Tarsûsê. Hat hînbûn ku di wesayîta rîngê de porê wê bi kêrê birrîne û bi rojan di hucreyê de hatiye girtin.

Dayika Bîrhatê, Neslîhan Yalçinê da zanîn ku porê keça wê bi kêrê birrîne û wiha pê de çû: “Porê keça min wisa xweş bû me nedixwest em şeh pê bixin. Lê wan bi kêrê bi awayekî hovane birrîne. We çawa wî porê keça min birrîn? Wijdana we wijdanekî çawa ye? Em vê bêrûmetiyê ti carî qebûl nakin.  Ligel vê bi rojan di hucreyê de girtine. Me bi rojan ji wê agahî negirt.”

‘WÊ CILÊN YEKTÎP PIRSGIRÊKÊN CIDDÎ DERXE HOLÊ’

Neslîhanê di berdewamiyê de daxuyakirin ku li girtîgehan îşkenceyên hovane pêk tên û ev tişt daxuyand: “Li dijî zextên tên kirin her tim di grevê de ne. Bi rojane nekarin derkevin hevdîtinê. Hefteya borî tenê 5 jin wek temsîl derketin hevdîtinê. Li ser jinan zextên mezin hene û ferzkirina cilên yektîp heye. Zarokên me teqez vê qebûl nakin.”

Neslîhanê diyar kir ku li xizmên girtiyan jî îşkence tên kirin û ev tişt vegot: “Em bi zorê dikevin hundir. Em di lêgerîneke kûr derbas dibin. Dema em dikevin hundir 15 gardiyan li 5 jinan dinihêre. Ez bang dikim ku em ji dengê girtiyan re bibin deng. Em xwedî li wan derkevin.”