NÛ BÛ

Xelkê gihîştin bendava Tişrînê hedef hatin girtin: 3 şehîd û 19 birîndar

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê xelkê ku ji bo beşdarî çalakiya nobetê bibin ji kantona Firatê xwe gihandin bendava Tişrînê cara duyemîn kirin hedef. Di êrîşê de 3 kes şehîd bûn û 19 jî birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker xelkê kantona Firatê yên xwe gihandin Bendava Tişrînê cara duyemîn kirin hedef. Di encama êrîşê de 3 kes şehîd bûn û 19 kes jî birîndar bûn.  

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îro bombe li xelkê ku ji kantona Firatê ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ketine, da ku beşdarî çalakiya nobetê bibin, barandin. Di encama êrîşê de ajokarê ambulansê şehîd bû û 4 kes jî birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker ji 8’ê Çileyê vir ve cara 5’emîn konvoya ku ber bi Bendava Tişrînê diçû û xelkê li Bendava Tişrînê nobet digirin rasterast hedef digire.