Kemalbay bi nûçegihanan re rûnişt

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay got,’ Di vê pêvajoyê de divê hemû jin xwe bixin bin bar. Heke siyasetê, jiyana xebatê û kuçeyan ji jinên qut bikin wê faşîzm were sazûmanîkirin.’’

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpîl Kemalbay bi nûçegihanên jin re li Kafeya Kaktûsê ya Beyogluyê  rûnişt. Kemalbay piştî cıvata derbarê rojevê û jinan axaftineke kurt kir.

 ‘7’Ê HEZÎRANÊ JI BO JINAN MOMENT BÛ’

Kemalbay diyar kir ku dema berdest demeke dijwar e û yên ku herî pir zehmetiyan dibînin nûçegihan, bi taybetî jî nûçegihanên jin in û got, ‘’7’ê Hezîranê ji bo azadiya jinan momentek bû. Bi tecrûbeya têkoşîna jinê, ked û sirûştê em hatine heta îro. Di demeke wiha ku hewl tê dayin faşîzmê sazûmanî bikin daxwazên me tine têne hesibandin lê em hewl didin ku têkoşîna xwe domdar bikin.’’

 ‘EM JI DEMEKE WIHA DERBAS DIBIN KU HER KES DERBARÊ JINAN GOTINÊ DIKARE BIKE’

Kemalbay got beşê herî girîng ê pergala ku tê xwestin were sazûmankirin jin in û got, ‘’Pergal bi rewşeke wiha ne, ku di ser biryarên jinan re, di ser bedena wan re bi dixwazin bi rê ve biçin. Herî pir êriş li ser wan e. Ji hêla cilê ku em li xwe dikin bigirin heta ku em çi dixebitin tim êrîş li ser me hene. Em di demeke wiha de ne ku her kes dikare li ser jinê gotinê bike.’’

‘DI VÊ PÊVAJOYÊ DE DIVÊ HEMÛ JIN XWE BIXIN BIN BAR’

Kemalbay got pir girîng e ku bi jinan re bin û jin dest li hev bidin û pê de çû: ‘’Em ji bo azadiya xwe bi pêş ve diçin. Divê em vîna jinê heta dawiyê bibin. Heta ku hevalên me azad dibin em ê vê alayê ji dest hev bigirin. Di vê pêvajoyê de divê hemû jin xwe bixin bin bar. Heke siyaset, qada xebatê, kuçe ji jinan were qutkirin faşîzm wê were sazûmanîkirin.’’

 ‘ÇAPEMENÎ HEM QADA AZADIYÊ Û HEM JÎ YA BERXWEDANÊ YE’

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Besîme Konca jî axivî û got, çapemenî ya ku jê re hêza çaremîn tê gotin hem qad azadiyê û hem jî ya berxwedanê ye. Konca got, ‘’Girîng e ku ku çapemenî bi keda jinê û bi nûçegihaniye rast a objektîf were kirin. Her cure dijwariyê em dibînin. Lê dema ku em ji hêla civakî ve difikirin di nav wan beşên civakî de yê ku herî pir têdikoşin jin in.’’

 ‘EM Ê STARTA KAMPANYAYA XWE DI 11’Ê ÎLONÊ DE BIDIN’

Parlamentera Agiriyê ya HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr  got ew bi îdîya ku bi xurtî têkevin siyasetê rabûne û di vê mijarê de guherînên mezin jiyane û got, ‘’Li dijî vê êrîşeke giştî heye. Li hemû qadên jiyanê jinên ku hildiberînin dibine hedef. Me Meclîsa Jinan a HDP’ê nîqaş kir ku divê ji bo arîşeyên civakî berxwedaneke giştî were dayin. Me bi kampanyayeke ku starta wê 11’ê Îlonê em ê bidin biryar da. ‘’