Dewleta Tirk gel bombebaran kir: 1 şehîd, 4 birîndar
Dewleta Tirk a dagirker bombe li gelê ku ji bo tevlî çalakiya nobetê ya Bendava Tişrînê bibin barand, di encamê de 1 kes şehîd bû û 4 jî birîndar bûn.
Dewleta Tirk a dagirker bombe li gelê ku ji bo tevlî çalakiya nobetê ya Bendava Tişrînê bibin barand, di encamê de 1 kes şehîd bû û 4 jî birîndar bûn.
Rêwiyên ku ji Kantona Firatê ber bi Bendava Tişrînê ve ketin rê, careke din rastî êrîşên dewleta Tirk hatin.
Li gorî agahiyên destpêkê 1 kes şehîd bûye û 4 kes jî birîndar bûne.
Gelê ku ji bo rawestandina êrîşên dewleta Tirk li bendava Tişrînê nobet girt, cara çaremîn rastî êrîşan tên.
Di êrîşa hewayî ya 8’ê Çileyê ya li dijî konvoya gel de 3 kes şehîd bûn û 15 kes jî birîndar bûn.