Li dijî êrîşên zayendî, jin xwe bi Kûng-Fû diparêzin

Li Hîndîstanê, ku li gorî daneyên fermî her sal zêdeyî 80 hezar bûyerên destavêtin û destdirêjiyê lê diqewimin, rahîbeyên Bûdîst ji bo xweparastinê perwerdeya Kûng-Fû didin jinan.

Li Hîndîstanê, ku nifûsa xwe 1,3 mîlyar e, destavêtin û destdirêjiya li jinê yek ji sûcên sereke ye. Ev sûc di salên dawî de zêdetir bûye. Li vî welatî, ku polîs bi rengekî vekirî aliyê wan digirin, ji bilî xweparastinê ti rêya jinan nîne.

Sala 2012'an, li paytext Delhî ya Nû, bi rengekî komî destavêtin li xwendekareke ciwan hatibû kirin û piştî vê êrîşê xwendekara jin jiyana xwe ji dest da bû. Ev bûbû sedem ku li gelemperiya welêt xwepêşandanên mezin ên protestoyî bên lidarxistin. Li dû vê bûyera hovane, gilî û gazinên jinan ên ji ber destavêtin û destdirêjiyê zêde bûn. Tê texmînkirin, ku heta wê çaxê jin ditirsiyan ku gilî bikin.

Sala 2015'an, hejmara bûyerên destavêtinê yên ji aliyê Buroya Sûcên Krîmînal ên Neteweyî ve hatin qeydkirin, zêdeyî 34 hezar û 600 bû. Lê hejmara rastî ji vê gelekî zêdetir e. Li gorî hejmara nû ya fermî, sûcên fermî zêdeyî 82 hezarî ne.

Her sal, bi deh hezaran bûyerên destavêtinê, ji ber tirsa tolhildanê ya jî heqareta li nava civakê ji aliyê jinan ve nayên eşkerekirin. Ji ber sîstema kastê, tê texmînkirin ku bi taybetî jinên ji çîna Dalît (destnedanan) bêçare dimînin.

Tê texmînkirin, eger mêrên ji kastên din dest biavêje jinên ji Dalîtê, jin ditirsin serî li polîsan bidin. Sedema vê yekê jî ew e, ku polîs bi hêsanî ji van jinan re dibêjin, "Ne pêkan e. Eger yekî ji çîna bilindtir dest bide te wê gemarî bibe."

JIN WÊ XWE BIPARÊZIN

Li Hîndîstanê, ku destavêtin û destdirêjî hem ji aliyê jinan hem jî ji aliyê hevseran an jî malbatên wan ve weke 'heqaretê' li dijî jinên mexdûr tên bikaranîn, ji bo jinan alternatîfa herî girîng 'xweparastin' e.

Piştî bûyera 2012'an, ku li gelemperiya welêt jin rakir ser piyan, jinan hê bêhtir bala xwe dan ser sporên lêdanê. Ji van a herî girîng jî perwerdeya Kûng-Fû ye, ku li Hîmalayayan ji aliyê rahîbeyên Bûdîst ve tê dayin.

Rahîbeyên ku ew bi xwe jî li gorî rahîban 'kêm' tên dîtin, jinan hînî Kûng-Fû dikin ku karibin xwe li hemberî mêran biparêzin.

Li perestgeheke Bûdîst a bi navê Naro Photangê, her sal zêdeyî hezar jin perwerdeya Kûng-Fû digirin. Tenê meha Tebaxê bi qasî 100 jin tevlî vê perwerdeyê bûn. Emrê jinên hînî Kûng-Fû dibin, 13 heta 28 salî ye. Perwerde bi dîsîplîneke xurt, tevahiya rojê dewam dike.

Li gel hînkirina teknîkên lêdanê, her wiha li ser êrîşên zayendî yên tên kirin û reaksiyona li hemberî vê yekê were nîşandan, nîqaş tên kirin.

LI NEPALÊ BI SEDAN JINÊN RAHÎBE BI KÛNG-FÛ TÊN PERWERDEKIRIN

Li paytexta Nepal Katmandûyê jî, li keşîşxaneya rahîbeyan Drûk Gawa Khîlwayê, bi sedan rahîbeyên ciwan hînî Kûng-Fû dibin.

Piraniya rahîbeyên ku hejmara wan bi qasî 350 ye, xwedî kembera reş in. Jin bi vê sporê re xwe ewle dibînin.

Rahîbe, tevî Nepalê dema diçin herêma Keşmîrê ya navbera Hîndîstan û Pakîstanê û herêmên din, ji jinan re qala vê spora lêdanê dikin. Rahîbeyên par ji BBC re axivîn gotin, ew 'xurtbûna jinan' gelekî girîng dibînn.