Eren Keskîn a ku li Tirkiyê tê darizandin li Swêdê xelat stand

Li ser Eren Keskîn ji bo ku Rêveberiya Giştî ya Weşanê ya rojnameya Ozgur Gundemê kiriye 143 doz lê hatin vekirin û her wiha qedexe li ser danîn ku derkeve derveyî welêt.

Li ser Eren Keskîn ji bo ku Rêveberiya Giştî ya Weşanê ya rojnameya Ozgur Gundemê kiriye 143 doz lê hatin vekirin û her wiha qedexe li ser danîn ku derkeve derveyî welêt. Li Stockholmê xelata Fona Bîranînê ya Anna Dahlback, a Mafê Mirovan a 2017’an dane Eren Keskîn.

Keskîn ji ber ku qedexeya derketinê li ser hebû nikarîbû tevlî merasîma xelatê bibe ku li Medelhavmuseetê hate çêkirin. Li şûna Keskîn hevpîşeya wê Sîdar Guney tevlî merasîmêbû. Guney nameya Keskîn ku berê hazir kiribû li merasîmê xwend.

Keskîn di axaftina xwe de diyar kir ku li Tirkiyê rewşa mafê mirovan kambax e, li ser çapemî û azadiya derbirînê zexteke giran heye, 180 nûçegihan, nivîskar, parêzvanên mafê mirovan li girtîhehan girtî ne.