Li Parîsê çalakiya edaletê: Kujer Erdogan!
Ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez ku li Parîsê hatibûn qetilkirin, çalakiya edaletê berdewam kir.
Ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez ku li Parîsê hatibûn qetilkirin, çalakiya edaletê berdewam kir.
Li paytexta Fransa Parîsê di 9’ê Çileya 2013’an de jinên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatibûn qetilkirin, ji bo wan çalakiya edaletê ku hatibû destpêkirin vê hefteyê jî berdewam kir.
Çalakiya edaletê ku di bin pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd ên Fransa ve hatî organîzekirin, endamên Yekîtiya Jinên Sosyalîst jî piştgirî dan çalakiyê.
Jinên ku li pêşiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Parîsê kom bûn wêneyên 3 jinên şoreşger û bi pankartan heta pêşiya Buroya Enformasyon a Kurdistanê dest bi meşê kirin. Di meşê de bê navber dirûşmeyên ‘Em hemû Sakîne, Fîdan û Leyla ne’, ‘Em edaletê dixwazin’ û ‘Kujer Erdogan’ berz kirin.
Li pêşiya Buroya Enformasyon a Kurdistanê ji bo hemû şehîdên şoreşê deqîqeyeke rêz hate girtin û piştre daxwaz ji Fransa hate kirin ku rastiyan derxîne holê.