Wezîra Karên Hundir a Elman Nancy Faeser got, "Ji dema Pûtîn Ukraynayê dagirkiriye heta niha bikaranîna balafirên bêmirov zêde bûne.”
Faeser destnîşan kir ku balafirên bêmirov bi taybetî yên ji bo sîxuriyê û sabotajê tên bikaranîn, li ser binesaziyên krîtîk gefeke û diyar kir ku Elmanya bi biryar e ku bi vê gefê re û bi rû were.
Artêşa Elman (Bundeswehr) tenê dikare fîşekên hişyariyê biteqîne û rola wî tenê bi piştgirîdayina polîs re sînordar e. Lê rêziknameya nû wê rayeyê bide artêşê ku li cihê ku polîs kêm bibînin wê karibe rasterast dronên neqanûnî bêbandor bike. Ev raye wê di gefên qezayê yên cidî û xeteriya sabotajan de bikeve dewrê.