Li Xarpêtê êşkence li jinên girtî tê kirin
Rozerîn Îldan a di Girtîgeha Jinan a Tîpa T’yê ya Xarpêtê de ye dema diçû hevdîtina bi dozger re, midûr û gerînendeyên girtîgehê êşkence li wê kirine.
Rozerîn Îldan a di Girtîgeha Jinan a Tîpa T’yê ya Xarpêtê de ye dema diçû hevdîtina bi dozger re, midûr û gerînendeyên girtîgehê êşkence li wê kirine.
Li girtîgehan binpêkirina mafan gihiştiye asta êşkenceyê û bi hincetên kêfî cezayê dîsîplînê li girtiyan tê birrîn. Rozerîn Îldan a di Girtîgeha Jinan a Tîpa T’yê ya Xarpêtê de ye, ji bavê xwe Nîhat Îldan re qala êşkenceyê li ser xwe kir. Rozerîn Îldan got ku, “Bangî min kirin ku biçim hevdîtinê bi dozger re bikim lê gerînendeya girtîgehê û gardiyanan êşkence li min kirin.”
QALA ÊŞKENCEYÊ KIR
Nîhat Îldan qala êşkenceyê kir. Îlhan êşkenceya li girtiyan tê kirin wisa ragihand: “Ji ber ku girtiyan ser kamerayê girtine, têkildarî wan lêpirsîn hatiye amadekirin. Ji bo stendina îfadeyê dozger çûye girtîgehê. Dozger ji bo îfadeyê tevî Rozerînê gazî 3 girtiyên din jî kiriye. Lê dema diçin îfadeyê, li ber çavên dozger gerînendeya girtîgehê û gardiyanan êşkence li girtiyan kiriye. Piştre jî tevî kûçikan bi ser odeyan girtine û êşkence li jinên girtî hatiye kirin.”
Nîhat Îlhan diyar kir ku 40 rojan xwe negihandiya keça xwe û keça wî 40 rojan di odeya êşkenceyê ya “sîngerşîn” de hatiye girtin. Îldan wisa qala odeya sîngerşîn kir; “Ev ode şibakeya wê tune, jêr û jor û dîwarê wê bi sîngeran hatiye pêçandin, daşira wê li ortê ye û odeyeke îzole ye nahêle deng biçe derve.”
‘EM Ê GIRTIYAN BI TENÊ NEHÊLIN’
Îldan diyar kir ku girtî li hemberî cilên yektîp li ber xwe didin û ji ber vê jî cezayan li girtiyan dibirin û got, “Zarokên me li dijî çi li ber xwe bidin, em ê jî tevî wan li ber xwe bidin. Berdêla wê çi dibe, bila bibe, em ê zarokên xwe bi tenê nehêlin. Divê malbatên girtiyan, parêzvanên mafên mirovan û gelê me yê welatparêz divê xwedî li berxwedanê derkevin.”