Li Girtîgeha Baybûrtê êşkence li 68 jinan tê kirin

Jina bi navê Nûdem Dûran ku li Girtîgeha Baybûrtê dimîne, diyar kir ku li girtîgehê êşkence li girtiyên jin tê kirin. Dûran anî ziman ku her roj bi rêk û pêk êşkence li 68 girtiyên jin ên li qewîşekê tên girtin, tê kirin.

Her roj girtîgehek bi êşkenceya li girtiyan tê kirin, dikeve rojevê. Piştî Girtîgeha Tarsûsê ya Jinan a Tîpa T ku bi êşkenceya li girtiyan tê kirin di rojevê de bû,  vê carê jî Girtîgeha Tîpa M a Baybûrtê bi êşkenceya li girtiyan tê kirin ket rojevê. Girtiyên di girtîgehê de bi rêya malbatên xwe ragihandin ku her roj bi awayekî sîtematîk êşkence li girtiyên jin tê kirin. Jina bi navê Nûdem Dûran (26) ku ji ber distirand bi hinceta 'propagandaya rêxistinê kiriye' di girtîgeha Baybûrtê ya Tîpa M tê girtin di hevdîtina ku bi malbata xwe re kir de diyar kir ku ew û hevalên xwe bi awayê sîtematîk tên êşkencekirin. 

LI QEWÎŞA KU 68 JIN TÊ DE NE HER ROJ ÊŞKENCE TÊ KIRIN

Dayika Nûdem Hatîce Dûran diyar kir ku ji ber girtîgeh dûre zêde nikarin biçin hevdîtina keça xwe, lê ji ber ku cejn bû çûne hevdîtinê û bûye şahidê êşkenceya li keça wê hatiye kirin. Dayik Dûran wiha dirêjî da axaftina xwe: "Keça min li girtîgeha Baybûrtê girtî ye. Ji ber ku Baybûrtê dûre ji xwe em nikarin zêde biçin hevdîtina wê.  Piştî bi mehan ez cara yekê ji bo hevdîtina cejnê çûm serdana keça xwe û keça min ji min re got ku ew her roj bi tundiyê re rûbirû dimînin. Li qewîşa ku 68 jin tê de ne bi awayê sîtematîk her roj îşkence li girtiyên jin tê kirin."
 
'GIRTÎ XETA ME YA SOR E'

Hatîce Dûran banga li ÎHD'ê û li raya giştî kir û got, "3 sal in ku keça min di girtîgehê de tê girtin. Wê 18 salên din jî bimîne. Lê ji ber zextên li girtîgehê ne 18 salan 2 mehan jî nikare biqedîne. Li girtîgehan êşkence tenê li keça min nayê kirin, li tevahiya girtiyên jin tê kirin. Ji ber wê ez bang li hemû kesî dikim ku li girtiyan xwedî derkevin."